Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn 2024-09-03 09:01:08   ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de ku di 4'ê Îlona 2015'an hatibû ragihandin û 9 rojan dewam kiribû re 9 sal derbas bûn. Heya niha yek kesek jî nehatiye darizandin.    Di ser qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîr a Şirnexê re ku di 4'ê Îlona 2015'an de hatibû ragihandin û 9 rojan dewam kiribû, 9 sal derbas bûn. Piştî desthilata AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de têk çû, Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan got, "Bi navê meseleya kurd meseleyek tune ye" û mutabaqata Dolmabahçeyê da sekinandin.   Piştî vê li hemberî gelê kurd êrişên sîstematîk dest pê kirin. Ji navendên van cihan yek jê jî, navçeya Cizîrê bû.    QEDEXEYA EWIL DI 4'Ê ÎLONÊ DE DEST PÊ KIR   Piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin, pêwendiya navçeyê bi tevahiya cîhanê re hat qut bû. Li navçeyê şebekeya ceryan û av hat birîn û cihên wekî dermanxane û firin jî hatin girtin. Piştî ku navçe hat dorpêçkirin, Taxa Cûdî û Taxa Çemkurkê (Nuh) bi çeken giran hatin bombebarankirin.    NEHIŞTIN CENAZE BÊN DEFINKIRIN   Welatiyên ku di êrişan de birîndar bûn jî, leşker û polîsan nehiştin sewqî nexweşxaneyan bên kirin û welatiyên ku birîndar hilgirtin jî hatin gulebarankirin. Cemîle Çagirga (10) ya ku raya giştî wê ji nêz ve nas dike li ber mala xwe hat qetilkirin. Piştî ku nehat hiştin cenazeyê Cemîleyê bê definkirin, cenazeyê ê 3 rojan di sarincê de hat parastin. Piştî qedexeya derketina derve mal û kargehên gelek welatiyan zorar dîtin û bi sedan welatî ji ber ewlehiyê terka warê xwe kirin. Êrişên leşker û polîsan heya 12'ê Îlonê dewam kirin. Di qedexeyên derketina derve de ji pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr Yaramûş bigire heya İbrahim Çîçek ê 80 salî bi giştî 21 kes hatin qetilkirin.    21 KES HATIN QETILKIRIN   Di qedexeya derketina derve ya 9 rojan de van kesan jiyana xwe ji dest da: “Mehmet Emîn Levent (26), Xetban Bulbul (65), Haci Ata Borçîn (70), Cemile Çagirga (10), Muhammed Tahîr Yaramûş (35 rojî) Saît Çagdavul (19), Bahattîn Sevinik (50), Suphî Sarak (52), Osman Çagli (18), Bunyamîn İrci (14), Eşref Erdin (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edin (35), ozgur Taşkin (18), İbrahim Çiçek (80), Meryem Sune (45), Mehmet Saît Nayci (16), Mehmet Dokmen (70), Selman Agar (10), Şahin Açik (74),  Mehmet Erdogan (75).”   Piştî qedexeyê têkoşîna hiqûqî dest pê kir, lê belê yek kesek jî nehat darizandin. Ji dosyeyên der barê wan de biryara neşopandinê hat dayîn de dosyeya Mehmet Emîn Levent û Osman Çagli ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hat şandin. AYM'ê biryar da ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û biryar da ku 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin.' Piştî vê lêpirsîn ji nû ve dest pê kir. Lê heya niha tu pêşveçûyîn çênebûye.