Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin 2024-09-03 09:34:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk navçeya Çomanê ya Hewlêrê û Mawet a Silêmaniyeyê bombebaran kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk şevê din navçeya Çomanê ya Hewlêrê û navçeya Mawetê ya Silêmaniyeyê bombebaran kir.    Hat diyarkirin ku Çiyayê Asosê yê li navçeya Mawetê û Çiyayê Koxê yê li ser sînorê Çomanê hatin bombebarankirin. Di heman demê de li ser herêma hatiye bombebarankirin liv û tevgera balafirên keşfê heye.