Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî 2024-09-03 09:43:59   STENBOL - Hate diyarkirin ku av nedane girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê rakirin nexweşxaneyê û xwarin avêtine ber wî. Parêzera wî jî ji ber berdana wî dê serî li AYM’ê bide.    Rewşa girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yemîn a Metrîsê tê ragirtin ku nexweşê ALS’ê ye tevî raporên lijneya tenduristiyê nayê berdan her ku diçe xerab dibe. Kûday, ê ji bilî ALS’ê gelek nexweşiyên wî hene, di 22’yê tebaxê de ji ber pirsgirêka di kezebên wî de rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Çam Sakûra ya Başakşehîr a Stenbolê. Kûday, piştî 4 rojan li nexweşxaneyê de ma ji nexweşxaneyê hate derxistin û dîsa birin girtîgehê.    Parêzera wî Eda Onal ku endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ye (OHD) di 2’yê îlonê de serdana Kûday kir, da zanîn ku muwekîlê wê bi sedyeyê anîne hevdîtinê.    XWARIN AVÊTIN BER WÎ, AV NEDANÊ    Onal, da zanîn ku hema bêje hemû organên navîn ên Kûday îflas kirine û diyar kir ku muwekîlê wê li nexweşxaneyê rastî mûameleya nebaş hatiye. Onal, wiha berdewam kir: “Abdûlkadîr Kûday, av xwestiye nedanê. Xwarin avêtine ber wî. Ji xwe nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe pêk bîne. Ji ber wê yekê kesên li nexweşan dinêrin paqijiya wî kirine û lê nêrîne.”   DI DEMA TEDAWIYÊ DE MÛAMELEYA NEBAŞ    Onal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bijîjkan ragihand ku ji ber ‘muwekîlê me tedawî qebûl nekiriye’ refaqetvan nedane kul ê binêrin. Lê dema me ev rewş ji muwekîlê xwe pirsî, da zanîn ku wî xwestiye tedawî bibe lê ji ber di dema tedawiyê de rastî mûameleya nebaş hatiye tedawî qebûl nekiriye. Diyar kir ku mûameleyeke dermirovî lê hatiye kirin. Onal, bi lêv kir ku Kûday bûye 40 kîlo, nikare daqûrtîne û xwe îfade bike û wiha got: “Dibêje ku êdî dê bimire. Ji ber vê yekê dixwaze pêvajoyeke tedawiyê ya li gorî rûmeta mirovan were kirin û rojên xwe yên dawî li cem malbata xwe be. Ji xwe gelek şansê me nîne ku hevdîtinê bikin. Ji ber di axaftinê de zehmetiyê dikişîne dikarin 15-20 deqîqeyan hevdîtinê bikin.”   JI BO BERDANÊ DÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDE   Onal, diyar kir ku ew ê bi daxwaza berdana Kûday serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin û di heman demê de wê ji bo efûya Serokkomariyê serî li Midûriyeta Karên Ceza ya Wezareta Dadê bidin.    MA / Dîren Yurtsever