Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin 2024-09-03 09:51:40 ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê heqê rêyê yê nava bajar ji 12 lîreyan derxist 15 TL’an.  Odeya Esnafan a Ajokar û Otomobîlvanan xwest ku ji bo heqê rê yê mînîbûs, otobûsên gel ên taybet û otobûsên şaredariyê bê zêdekirin. Endamên Meclisa Şaredariya Şirnexê jî ev daxwaza zemê nirxand û bi piraniya dengan qebûl kir. Meclisa Şaredariyê heqê rêyê yê nava bajar ji 12 TL’an derxist 15 TL’an û heqê rêyê yê xwendekaran jî ji 8 TL’an derxist 12 lîreyan.