Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin 2024-09-03 10:28:06 ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Savaş Çelîk dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û anîn Tirkiyeyê. 6 zarokên Çelîk ên li Herêma Kurdistanê ya Federe diman û 4 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin.  6 zarokên malbata Çelîk ên li navçeya Kopê ya Mûşê qeydkirî ne û ev 4 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê tên sekinandin û destûr nayê dayîn derbas bibin, duh bi şev nîvê şevê derbasî Silopiyayê bûn.   Welatiyê bi navê Savaş Çelîk ê li navçeya Kopê ya Mûşê dijiya, ji ber sedemên siyasî di sala 2016’an de tevî hevjîn û 6 zarokên xwe neçar ma ku koçî Sûriyeyê bike. Di sala 2022’yan de dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û şandin Tirkiyeyê. Çelîk li Tirkiyeyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Dumlupinar a Erziromê. Piştî girtiyan Çelîk, dayika zarokan jî ji ber sedemên siyasî nekarî vegere lewma zarokên wan li derve man.    4 ROJ IN TÊN SEKINANDIN   Li ser vê yekê mamê zarokan Vasif Çelîk ji bo dîsa zarokan bîne Kopê, kete nava hewldanan. Mam Çelîk, ji bo biraziyên xwe D. Ç. (16), Z. Ç. (14), E. Ç. (12)  A. Ç. (9), F. Ç. (10) û F. Ç. (11) bîne Mûşê, çû Herêma Kurdistanê ya Federe. Bi hinceta nasnameyên zarokan kevne 4 rojan li Deriyê Sînor hatin sekinandin. Piştî ku destûr nehate dayîn ku zarok derbas bibin, mam Çelîk bi zarokan re li Deriyê Sînor ê Xabûrê asê ma.    DÊ LI BENDA JIHEVGIRTINA DNA’YÊ BÊ SEKINANDIN   Piştî nûçeya me duh bi şev destûr dan ku mam û zarokên wî ji Deriyê Sînor derbas bibin. Zarok li wargeheke girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya li navenda Şirnexê hatin bicihkirin. Zarok heta ku DNA’ya wan û bavên wan ê girtî jihev bigirin dê li wargehê bimînin.    Hate zanîn ku piştî jihevgirtina DNA’yê dê zarok radestî mamê wan bên kirin.