Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê 2024-09-03 11:02:57   RIHA - Li navçeya Sêweregê Selma Gozcu Ayebe ji bo endamtiya DEM Partiyê serlêdan kir, hîn bû ku ew kirine endamê AKP’ê.    Selma Gozcu Ayebe ya li navçeya Sêwereg a Rihayê dijî, dema ji bo endamtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serlêdanê bike, hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê. Ayebe ya li ser e-dewletê serlêdana endamtiyê kir, hîn bû ku ji sala 2011’an ve endama “Teşkîlata AKP’ê ya Seyhan a Edeneyê” ye. Ayebe, diyar kir ku di temenê xwe de qet neçûye Seyhan a Edeneyê û endamtiya wî bêyî destûra wê çêkirine. Ayebe, ya li ser e-dewletê ji endamtiya AKP’ê îstîfa kir, wiha got: “AKP ji bo hêza cemaweriyê ava bike bêyî agahiyan wan hebe mirovan dike endam. Ji ber vê yekê divê herkes li ser e-dewletê endamtiyên xwe kontrol bike.”