Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin 2024-09-03 11:13:12   STENBOL - Têkildarî kuştina karsazê Dihokî Hekîm Luqman 7 kes hatin binçavkirin.    Karsazê Dihokî Hekîm Luqman roja 1’ê îlonê li otelek navçeya Fatîha Stenbolê di êrişekî bi kêr de hat kuştin. Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de ji kesên êrişî Luqman kirine Ûgûr Y. jî heye.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.    Li ser dosyeyê biryara nepeniyê berdewam dike. Malbata Luqman dibêje ku ji ber ew bi kurdî axivî ye hatiye kuştin û destnîşan dikin ku bûyer êrişek nijadperestî ye.