Di şevekê de 24 caran êriş kirin 2024-09-03 11:58:14 NAVENDÊ NÛÇEYAN - Endamê Rêxistina CPT’yê Kameran Osman ragihand ku duh bi şev dewleta tirk 24 caran bi balefirên şer deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe didomin. Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman têkildarî êrişên duh bi şev ên artêşa tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê agahî li ser hesaba xwe ya medya dijîtal parve kir. Kameran Osman diyar kir ku artêşa tirk duh bi şev 24 caran bi balafirên şer deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bombebaran kir.   Kameran diyar kir ku di van êrişan de qontara Girê Bihar, pişta gundê Belave, çiyayê Heft Tebeq, gundên Kevne Mijê, Sipêndarê, Gîrgaşê ya li berî Garê û çiyayê Kitkitên û Xakurk ên li Sîdekanê bombebaran kir.   Her wiha eşkere kir ku balafirên şer Çiyayê Koxe, Çiyayê Tale li Çoman, derdora Qelatukan a li Pişder, Hewarî Rewendekanî gundê Kiwêrekan û Çiyayê Asos a li Mawet bombebaran kirin.   Li gor agahiyên ku Kameran Osman aşkere kirine, di van êrişan de tu ziyaneke canî çênebûye.