Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê 2024-09-03 12:50:37   ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG'ê Morad Ahmad Pour Heydaranlou ku 3 sal berê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da dabû, 3 sal şûnde radestî malbata wî hate kirin.   Endamê HPG'ê Morad Ahmad Pour Heydaranlou di sala 2021'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Heyderanlou li goristana bêkesan a bajêr hat definkirin. Malbata Heydaranlou ya ji bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe hatibû bakurê Kurdistanê û ji bo testa DNA’yê xwin dabûn. Encamên testê 3 sal piştre derketin.    Bi diyarbûna encamê re malbat tevî polîsan çû goristana bêkesan, cenaze hilgirtin û li navçeya Geverê ya Colemêrgê defin kir.