Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin 2024-09-03 13:33:54   MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Kemal Yîgît ê li Girtîgeha Tîpa F a Gîresûnê tê ragirtin, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku tundî li wan hatiye kirin.    Girtiyê bi navê Kemal Yîgît ku li Girtîgeha Tîpa F a Gîresûnê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Malbatê da zanîn ku Yîgît gotiye ku sewqên wan ên nexweşxaneyê nayên kirin, xwarinên wan nayên dayin û bi sepanên derhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê re rû bi rû dimînin.    Yîgît, da zanîn ku gardiyanên girtîgehê carnan tundiyê li wan dikin, gefa kuştinê li wan tê xwarin, heqaret li wan tê kirin, daxwaznameyên wan ên vê derbarê de ji hêla gardiyanan ve tên çirandin, avêtin û nakevin meriyetê.    Yîgît, ji malbata xwe re got ku nameyên ji wan re tên nayên dayin, dema li dijî sepanan derdikevin derheqê wan de lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin û bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin.