DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan 2024-09-03 13:59:41 ENQERE - Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a DEM Partiyê daxuyand ku Abdulkadîr Kuday ketiye binê 40 kîloyî û ev bang kir: “Divê tavilê bê berdan.”  Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku rewşa wî giran bûye û li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û hemû girtiyên nexweş de li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bi bîr xist ku Abdulkadîr Kuday ji sedî 98 astengdar e û her kêliya ku diçe rewşa tenduristiya wî xera dibe û got: “Kuday bi awayek li dijî mafê hêviyê yê DMME’yê li girtîgehê tê ragirtin. Kanûnan hincet nîşan didin û wî bernadin. Qanûn datînin pêşiya rewşa girtiyên nexweş. Qanûn û xalên xwe bandorê li ser tenduristiya girtiyan dikin. Li girt3igehan derdora 4 hezar girtiyên ku cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn hene. Gelek ji wan nexweş in. Hemû daxwazên der barê Kuday de tên redkirin.”    'BI SER 600 KESÎ RE GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’    Turkdogan da zanîn ku li girtîgehan bi ser 600 kesî re girtiyên nexweş hene û wiha axivî: “Ev pirsgirêk tu demê nehat çareserkirin. Dema ku me dest bi tomarkirina girtiyên nexweş kir sal 2007 bû û hejmara girtiyê nexweş 18 kes bûn. Her ku dem derbas bû, hejmara girtiyên nexweş jî zêde bû. Heta ku rejîma înfazê bi vî awayî be, wê pirsgirêkên girtiyên nexweş jî neyên çareserkirin. Em pêşnûmeqanûnên ku partiya me ji bo guhertina qanûna înfazê dane, dîsa bi bîr dixin. Dest ji van biryarên xwe yên nemirovî berdin.”    DUŞUNMEZ: KUDAY KETIYE BINÊ 40 KÎLOYAN    Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê û Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez ku di 29'ê tebaxê de serdana Abdulkadîr Kuday kir, diyar kir ku Kuday êdî nikare kursiya bi teker jî bi kar bîne û li ser sedyeyê dijî.    Duşunmez anî ziman ku li hin cihên bedena Kuday birînên wî hene û rewşa wî gelekî xerab bûye û wiha got: "Kuday daketiye binê 40 kîloyan. Dema ku Kuday ji nexweşxaneyê anîn girtîgehê, hinceta ku dibêjin wî tedawî red kiriye nîşan didin. Lê di hevdîtina min a ligel wî de got ku tiştekî wisa nebûye.   KUDAY MUAMELEYA DIJMIROVÎ RED DIKE    Kuday ne tedawiyê, miameleya li dijî mirovahiyê red dike. Wezaret û rayedarên din der bafê mijarê de neketine nava tu hewldanan, em wan jî şermezar dikin. Li nexweşxaneyê ji bilî oksîjenê tu dermanek nedane Kuday. Li hemberî wî nêzikatiyek dijminane heye û wî ji min re got, ‘xwarinê diavêjin ber min û diçin’. Wî got ku heke şertên nexweşxaneyê bên başkirin, ew ji bo tedawîkirinê amade ye. Lê li gorî ku me çavdêrî kiriye, nexweşxane û girtîgeh di navbera hev de dibêjin, ‘gelo wê girtî li ku bimirin’. Nêzîkatiyek wisa nîşanî girtiyan didin.   Girtîgeh ne malên mirinê ne. Ji meha çile heta meha hezîranê 21 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar bi tena serê xwe binpêkirinên li girtîgehan nîşan dide. Bi ser 600 kesî re girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Divê tavilê sererastkirina înfazê were kirin. Divê girtî dikaribin xwe bigihînin tedawîkirinê. Duh jî hevalên me parêzer serdana wî kirin û dibêjin rewşa wî giran bûye. Abdulkadîr Kuday li girtîgehê bi mirinê re rû bi rû maye. Divê Kuday tavilê were berdan. Divê berpirsiyar wezîfeya xwe bicih bînin.”