Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin 2024-09-03 14:00:39 ÎZMÎR - OHD, ÎHD, ÇHD û Koma Hiqûqnasên Ji bo Edaletê li ber Edliyeya Îzmîrê bi pankarta “Li vir edalet tune ye” dest bi sala edlî kirin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên şaxên Îzmîrê û Koma Hiqûqnasên Ji bo Edaletê li ber Bloka C a Edliyeya Îzmîrê têkildarî destpêkirina sala edlî ya nû daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Li vir edalet tune ye” vekirin û bal kişandin ser bêedaletiyê.    Endama ÇHD’ê Leyla Bîlgen li ser navê saziyan axivî û bal kişand ser darizandinên dozên dîrokî û got: “Darizandina parêzeran, Doza Kumpasê ya Kobanê, Doza Geziyê, Doza Malbata Şenyaşar, Doza Tahîr Elçî, Doza Qetlîama Trênê ya Çorlûyê ji wan dozan in ku ewilî tên bîra me û di van dozan hemû de bêedaletî û bêhiqûqî ket dewrê.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Bîlgen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: “Rêgezên bingehîn ên hiqûq û qanûnan tên binpêkirin. Biryarên DEMM’yê û AYM’ê tên binpêkirin. Cezayên girtiyan tên taloqkirin û nayên berdan. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê 24 sal li pey xwe hişt. Di van 24 salan de pergalek li dijî jiyana mirovî hatiye avakirin. Li gel pergala tecrîdê qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran jî heye. 3 sal in agahînegirtina mutleq didome. Ev bi hiqûqê nayê ravekirin. Li cîhanê mînak û nimûneyên vê pêkanînê tune ne û nehatiye dîtin. Girtîgeh bi girtiyên nexweş û girtiyên extiyar hatine tijekirin. Li girtîgehan îşkence û muameleya xerab kirine rewşek rûtîn. Dema muxalîf dengê xwe derdixin jî bi gefa lêpirînê û girtinê re rû bi rû dimînin. Yekane çareseriya li dijî van hemû bêdaletî û bêhiqûqiyan jî rêxistinbûyîn e.”