Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome 2024-09-03 15:24:25 ENQERE - Çalajiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 13’an de domiya.   Dayik Şenyaşar tevî kurê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, li pêşiya deriyê koma AKP-MHP’ê rûniştin. Dayik Şenyaşar got ku heta kurê wê tê berdan û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomîne.