Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir 2024-09-03 15:58:42 ENQERE - Nûçegihanê me Firat Can Arslan giliyê kesên piştî nûçeya “Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!” kir.    Nûçegihanê me Firat Can Arslan nûçeya “Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!” li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Piştî parvekirina nûçeyê, kesên ji Ulku Ocaklariyê û MHP’iyan gef lê xwarin û heqaret lê kirin.    GEFA ‘TÛRIKÊ ZER’   Serokê Yekîneya ulku Ocaklariyê ya Zanîngeha Kafkasê Tolgahan Bulut peyama “Tûrikê zer” ji Arslan re şand û Serokê Ulku Ocaklariyê yê Qersê Cem Keskîn jî di nav de bi hezaran peyamên gefê û heqaretê hatin şandin.    Arslan têkildarî kesên gef xwarin û hekaret kirin li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir.