Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî 2024-09-03 16:11:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî da zanîn ku Mesrûr Barzanî bêyî wan ne dikare bibe serokwezîr ne jî dikare bibe rêveberek giştî jî.   Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî di daxuyaniyek çapemeniyê de behsa hilbijartin û pêkanîna hikumeta nû ya herêmê kir.   Talebanî got ku YNK ji bo hilbijartinê amade ye û hizbên din hîn jî tiştek nekiriye, lê YNK jibo hilbijartinê hemû amadekariyên xwe temam kirine.   Bafil Talebanî bersiv da PDK’ê ya ku ragihandibû ‘Em ê dîsa Mesrûr Barzanî bikin serokwezîr’ û got; “Divê bipirsin bê ka wê çawa bibe serokwezîr? Bêyî YNK’ê Mesrûr Barzanî ne tenê nabe serokwezîr, nikare bibe rêveberê giştî jî.”