Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin 2024-09-03 20:14:13   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê ragihand ku di bombebarana Tirkiyeyê de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, jinek hatiye qetilkirin.   Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêma Sîdekanê daxuyanî da. Kameran Osman diyar kir ku êriş îro saet di 16:15’an de pêk hatiye û jina ciwan a bi nav Bedîa Kemal Muhemed a di sala 1995’an de ji dayik bûye, hatiye qetilkirin.