ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-04 09:00:06   * Rojnamevan Zehra Şengalî diyar kir ku dîroka "peymana ewlehiyê" ya di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hatiye îmzekirin ne tesadufî ye û got: "Êrişên li dijî kurdan bi piştevaniya hevkarên herêmî û navneteweyî pêk tên û dijwar dibin. Polîtîkaya van êrişan bi berxwedanê dikare bê şikandin."    * Endamên mekteba siyasî yê PADÊ bertek nîşanî biryara girtina PADÊ dan û gotin: "Di navbera fermana ku di sala 2014'an de hatiye serê me û biryara girtina PADÊ de ti ferq û cudahî nîne. Navê PADÊ nebe jî bi naveke din em ê civaka xwe biparêzin."    * Halîme Elî ya ku li Reqayê DAIŞ'ê 2 kurên wê dîl girtiye, 10 sal in tu agahiyê ji zarokên xw enagire. Halîme Eliyê da zanîn ku 5 sal in tu agahiyê ji hevjînê xwe yê ku ji bo xeberekê ji zarokên wê bigire jimalê dekret jî nagire û got ku daxwaza wê tenê xeberekê ji zarokên xw ebigire.    * Li Wanê xwendekaran anî ziman ku êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin. Sahafên ku karê wan nabe jî ragihandin ku daxwaza bi deyn zêde bûye.   * Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz bal kişand se rêrişên nijadperest ên AKP-MHP'ê û desthilatê hişyar kir ku "dest ji kurdan berdin" û Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç jî destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye.    * Berdana girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtiye û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Kekê Başaran, Lokman Başaran anî ziman ku ev nêzîkatiyên derhiqûqî dikarin bi bertek nîşandana civakê bên bidawîkirin.    * DMME’yê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara “Mafê hêviyê” dabû lê Tirkiyeyê ev 10 sal in tu gav neavêt. Me bi 8 pirsan tiştên derheqê “Mafê hêviyê” de dane berhev.    * Li Stenbolê 12 ciwanên kurd di mitînga 1’ê Îlonê de bi hinceta govend gerandin e û pankarta “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine, hatin girtin. Hat zanîn ku rojekê av û xwarinê nedane ciwanan.    * Tevî ku di lêpirsîna Narîn Guran a li Amedê ji wê agahî nayên wergirtin 15 roj derbasbûne jî tu pêşketin çênebûye.     * Di 31’emîn salvegera qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar de Nîzamettîn Togûç behsa şahidiyên xwe kirin, hevjîna Sîncar, Cîhan Sincar jî wiha got: “Me di 31 salan de bi ser navê edaletê tiştek nedît.”   * Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê li Êlihê cihê lê hatibû qetilkirin û li ser gora xwe ya li navçeya Qoserê di salvegera 31'emîn de dê were bibîranîn. (11.30-15.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)