Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin 2024-09-04 09:00:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên mekteba siyasî yê PADÊ bertek nîşanî biryara girtina PADÊ dan û gotin: "Di navbera fermana ku di sala 2014'an de hatiye serê me û biryara girtina PADÊ de ti ferq û cudahî nîne. Navê PADÊ nebe jî bi naveke din em ê civaka xwe biparêzin."  Desteya Dadgehê ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadgeha Iraqê biryara  girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihandibû. Dadweriya Iraqê di 6’ê tebaxê de biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bên girtin. Balkêş bû ku biryara girtina partiya êzidiyan çend roj piştî salvegera fermanê ya 2014'an de hate dayîn. Li dijî vê biryarê nêrazîbûnên civaka êzidî kêm nabe û naxwazin ku partiya wan a siyasî bê girtin. Endamên mekteba siyasî ya PADÊ der barê girtina PADÊ û armancê girtina partiyê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    'GIRTINA PADÊ NE QANÛNÎ YE'    Endamê mekteba siyasî ya PADÊ Elî Îbrahim Îdo anî ziman ku biryara girtina PADE'ê tê wateya erêkirina fermaneke din a li dijî êzidiyan û got ku ev biryar planeke nû ya li ser êzidiyan û wiha axivî: “Di navbera fermana ku di sala 2014'an de hatiye serê me û biryara girtina PADÊ de ti ferq û cudahî nîne. Bi vê biryarê dixwazin ku careke din fermanê bînin serê êzidiyan. Partiya Azadiya Demokrasî ya Êzidiyan bû. Ev partî jî piştî Saddam Huseyn 2004'an de hate avakirin. Ev partiye di sala 2016'an de berfireh bû û bi hizbek. Avabûna vê partiyê li Xanesorê hate îlankirin. Ev Partiya siyasî li gorî qanûnên Iraqê hate avakirin. Civaka êzidî weke hemû gelê Iraqê partiyeke xwe heye. Û avakirina vê partiyê jî tişteke qanûnî ye. Ev partiya ku maf û daxwazên vî gelî diparêze girtin. Vê partiyê rê li her êrişek û fermanekî digirt. Heta niha ji bo reşkirina partiya me gelek hewledayinên PDK'ê çêbûn."   'EM Ê CIVAKA XWE BIPARÊZIN'    Îdo bi lêv kir ku kesên ku ew di fermanê de terkî mirinê kirine ev biryar dane û wiha got: “Dizanin ku PADÊ êzidiyan diparêze û perwerde dike. Ji bo ku êzidî bikaribin li dijî fermanan bisekinin birêxistin dike. Weke PADÊ em kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Ev biryara ku li ser PADÊ hatiye dayîn em qebûl nakin. Ev biryar tê wateya fermaneke din a li ser êzidiyan. Em ê li dijî vê nêrazîbûnên xwe zêde bikin. Di fermana 2014'an de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Ji bo ku em bikaribin mafê êzidiyan biparêzin ev partiye hebû. Ev kesên ku biryara girtina partiya PADÊ dan bi DAIŞ'ê re şirîkatî kir. Ji ber vê şirikatiyê ev fermane hate serê me. Hikûmeta Iraqê peyvira xwe ya hikûmetbûnê pêk nayîne. Bi daxwaza hin kesan tevdigere û ji ber wê van biryarên sosret dide. Girtina PADÊ nayê qebûlkirin û navê PADÊ nebe jî bi naveke din em ê civaka xwe biparêzin."    'PADÊ HÊZEKE SIYASÎ YA ÊZIDIYANE'    Endamê mekteba siyasî yê PADÊ Xeyrî Silêman jî baş kişand biryara girtina partiya siyasî ya êzidiyan û diyar kir ku bi vê biryarê berjewendiyên civaka êzidî avêtine xetereyê û got: “PADÊ partiyeke siyasî ye. Li gorî qanûn û destura Iraqê hatiye vekirin. PADÊ ji nû ve nehatiye damizirandin. Ev biryara girtina PADÊ biryareke siyasî bû. Civaka êzidî vê biryarê qebûl nake. Çima di pêvajoyeke wiha zehmet de ev biryar hate standin? Di salvegera fermana Şengalê de standina vê biryarê nayê qebûlkirin. Divê ku dewlet bi xwe bi biryarê qebûl nekin. PADÊ bê girtin dengê civakek tê bêdengkirin. PADÊ hêzeke siyasî ya êzidiyan e. Peymana 9'ê Cotmehê bi ser neket û niha bi girtina partiyên siyasî yê êzidiyan dixwazin ku êzidiyan bêdeng bikin. Dîtin  ku PADÊ xwedî li vê civakê derdikeve û mafê wan diparêze ev biryara sosret dan. Heta niha PADÊ bi piştevanî û alikariya bi êzidiyan re her tiştek kir."    'WÊ EV PLAN JÎ NEGIHÎJE ARMANCA XWE’    Silêman anî ziman ku çawa ku “Peymana 9'ê Cotmehê” negihişte armanca xwe ev biryar jî dê negihije armanca xwe û got: “Her gaveke xwe li gorî berjewendiyên vê civakê avêt. PADÊ temsiliyeta hêzên Rêveberiya Xweser a li vê derê ne. Em vê plana li ser êzidiyan qebûl nakin. Her carê dixwazin ku PADÊ reş bikin. Di encama polîtikayên reşkirinê de jî dan girtin. Çima di salvegera fermana Şengalê de partiyeke siyasî ya êzidiyan hat girtin? Heke ku hikûmet hikûmet buya îro her hêzekî li ser Iraqê bazar nedikirin. Di PADÊ de cihê herkesekî heye. PADÊ raste partiya êzidiyane lê herkesî di nava xwe de dihewîne. Heke ku îro PADÊ hatibe girtin dê sibê destê xwe dirêjî deskeftiyên din ê êzidiyan jî bikin. Ji ber wê divê ku em li dijî vê polîtikayê û planê bi hevre bin. Çawa ku Peymana 9'ê Cotmehê hate şikandin ev jî dê bê şikandin. Lê belê ev jî bi berxwedana me pêkan e."