Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin 2024-09-04 09:00:43 ANTALYA - Berdana girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtiye û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Kekê Başaran, Lokman Başaran anî ziman ku ev nêzîkatiyên derhiqûqî dikarin bi bertek nîşandana civakê bên bidawîkirin.  Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin ji bo ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî nayê berdan. Kekê Başaran Lokman Başaran, diyar kir ku bi van pêkanînan tê xwestin ku vîna gelê kurd bê şikandin û wiha got: “Feraseteke bi temamî teslîmgirtin, poşman kirin, şikandina vînê esas digire heye.”   Girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin tevî k udi 19’ê tîrmehê de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî ji bo ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Başaran ê di sala 1994’an de li Edeneyê hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) ve cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, li girtîgehên Konya, Kurkçuler, Ceyhan, Sêrt, Mûş, Sîlîfke, Çankiri, Kandira, Bandirma û Bûrsayê de ma. Başaran herî dawî di 24’ê gulana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê hate kirin.    FELC DERBAS KIR    Başaran ê di sala 2006’an de felc derbas kir, niha bi nexweşiya penceşêrê ya di asta çaremîn de ye re têdikoşe. Ji bilî nexweşiya penceşêrê, nexweşiyên Başaran ên weke bronşîta kronik, gastrit, nexweşiya FMF, epîlepsî, guatr, fitika stû û piştê, astim û KOAH’ê hene. Başaran gelek caran birin nexweşxaneyê û bêyî ku were dermankirin dîsa birin girtîgehê.    Kekê Başaran, Lokman Başaran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya birayê xwe û binpêkirinên mafan ên her ku diçe zêde dibin û anî ziman ku pêkanîn ji ber bê bertekbûnê derdikevin holê.    PIRSA ‘DEMA TU DERKETÎ DÊ BIÇÎ ÇIYA?’   Başaran, diyar kir ku birayê wî beriya 4 rojan birine Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê û da zanîn ku derbarê vê geşedanê de malbat nehatiye agahdarkirin. Başaran, bi lêv kir ku bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tê xwestin ku zextan li ser civakê bimeşînin û wiha got: “Bi taybetî çend sal in têkildarî zindanan polîtîkayeke tenê hiştin û tecrîdkirinê heye. Bi taybetî nêzîkatiyeke ku bi polîtîkaya tecrîdê tenê bihêle û têkiliya di navbera girtiyan û civakê de qut bike heye. Di nava feraset û pergaleke ku girtiyan bi awayekî psîkolojîk teslîm bigirin de ne. Dema rewş wiha dibe, bixwazî nexwazî pirsgirêkên cidî derdikevin holê. Ev mirove demekî dirêje di girtîgehê de ne û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Li cem wî pirsgirêkên hiqûqî jî hene. Hûn mirovekî 30 salan li girtîgehê digirin û ji wî re pirsa ‘dema tu hatiye berdan dê biçî çiya?’ pirs dikin. Pirseke evqas dûrî aqilan tê pirsîn. An jî pirsên weke ‘tu dê li derve çi bikî, dê biçî cem malbata xwe?’ tên pirsîn. Herî dawî jî pirsa ‘tu poşmanî’ dipirsin. Feraseteke bi temamî teslîmgirtin, poşman kirin, şikandina vînê esas digire heye.”   ‘JI BÊ BERTEKBÛNÊ DERDIKEVE HOLÊ’    Başaran, diyar kir ku bi pêkanînên li girtiyan tên kirin, tê xwestin vîna gelê kurd bê şikandin û diyar kir ku li dijî van pêkanînan girtî vîn û baweriyeke xurt nîşan didin. Başaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di biryara xwe ya bihincet de wiha dibêje; ‘Têkildarî Îdrîs Başaran de cezayekî dîsiplînê yê nehatiye rakrin nîne’. Mirovekî ku cezayekî wî yê dîsiplînê nîne weke kesekî bixeter nîşanî civakê dide, berdana wî tê astengkirin û 6 mehan tê taloqkirin. Ev rewşeke keyfî ye. Heke li hember amûrekî zext û zilmê hebe ev ji qelsiya civakî ye. Di demekî ku polîtîkayên tecrîdkirinê û pêkanînên keyfî li holê de ne divê rayagiştî li dijî zindanan bêtir hestiyar be. Dema ku civak li dijî nêzîkatiyên derhiqûqî, pêkanînên keyfî di nav hevgirtinê de be û bertekê nîşan bide ev rewş dikare were bidawîkirin.”