Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin 2024-09-04 09:01:01 AMED - Rojnamevan Zehra Şengalî diyar kir ku dîroka "peymana ewlehiyê" ya di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hatiye îmzekirin ne tesadufî ye û got: "Êrişên li dijî kurdan bi piştevaniya hevkarên herêmî û navneteweyî pêk tên û dijwar dibin. Polîtîkaya van êrişan bi berxwedanê dikare bê şikandin."  Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li dijî deverên başûrê Kurdistanê ango Herêma  Kurdistanê operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Di çarçoveya van êrişan de 15’ê Tebaxê di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de “peymana ewlehiyê” hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de biryar hat dayîn ku navendeke hevbeş a perwerde û koordînasyona leşkerî bê avakirin. Di çarçoveya peymanê de, hemû agahiyên îstixbaratê yên li ser sînor tên bidestxistin, wê ji navendên fermandariya bilind re bên şandin.   Piştî ragihandina metna peymanê li dijî herêmê êriş zêde bûn. Çend roj piştî peymanê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Tara li Silêmaniyê di êrişek hewayî de hatin qetilkirin. Rojnamevan Zehra Şengalî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê û Iraqê pêk tên nirxand.    'ALÎKARIYA BI DAIŞ'Ê RE'    Şengalî bi bîr xist ku ji destpêka sala 2013’an û heta destpêka 2015’an Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser esasê avakirina aştiyekî mayînde ya di navbera Kurd-Tirk de û ji pirsgirêka Kurd re çareseriyekî demokratîk banga rawestandina şer kir û pêvajoyekî hevdîtinan dest pê kir û got: "Di dema van dan û standinan de di sala 2014’an de dewleta tirk, bi hemû desteka xwe ya madî, çek û hwd çeteyên DAIŞ’ê ajot ser Kobanê. Ji bo Kobanê bikeve çi ji destê Erdogan-Bahçelî hat kirin. Pêvajoya Kobanê ji bo têkoşîna gelê Kurd qonaxekî girîng yê dîrokî, di nav xwede dihewand. Dewleta Tirk viya baş hesab dikir û li gorî wê binketin an serketina Kurdan ya di Kobanê de wê piştre çi bi xwe re bîne dizanîbû. Hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re bi dehan car hate belge kirin. Ev gava pêşî ya siyaset û plana dewleta tirk ya destpêkirina şerê di sala 2015’an de bû. Dewleta tirk bi vê plangeriyê re bingehê berferehkirina şerê dagirkerî û qirkirina li ser gelên herêmê danî. Ev plan heta roja îro bê navber berdewam e."    'JI BO LOZANÊ NÛ BIKE ŞERÊ ÎMHAYÊ XISTIYE DEWRÊ'    Şengalî da zanîn ku Tirkiye li ser axa Kurdistanê siyaseta şer û dagirkeriyê bi hemû dijwariya xwe didomîne û wiha got: "Ev şer 9 sal e bê navber berdewam e. Ji bo ku em sedem û armanca siyaseta şerê dagirkerî û qirkirinê yê dewleta tirk, li Kurdistanê di vê pêvajoya niha de dimeşîne bi analîzekî rast deynin holê divê em, pêvajoya beriya 2015’an û piştî wê di aliyê siyasî-leşkerî de rast dahûrînin. Di 23’ê Tîrmeha 2015’an de dewleta Tirk, bi 'Plana Têkbirinê" li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê biryara şer da. Ev plan 9 sal e bê navber li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê bi awayekî hîn berferehtir û bi pergalî di meriyetê de ye. Em karin bêjin ev 9 sal in Erdogan-Bahçelî-Barzanî tola Kobanê ji gelê Kurd yê xeta berxwedanê temsîl dike hiltîne. Em li ser viya karin Şengalê jî lê zêde bikin. Rizgarkirina Şengalê jî bi qasî rola Kobanê diyarker bû di pêşveçûna siyasî û têkoşîna civakî li Kurdistanê. Ji bona wê, şer û êriş heta niha bi domdarî tê meşandin. Di armanca vê şerî de hem aliyê xwe yê dîrokî heye, hem yê rojaneyî. Dewleta tirk ji bo carekî din peymana Lozanê nû bike ev plana şer xist meriyetê. Bi viya hedef kiribû ji sala 2015’an heta 2023’an ku salvegera sedemîn ya peyaman Lozanê de desthilatdariya xwe ya li ser gelên herêmê ragihîne. Xaka Kurdistanê hem li Rojava û hem li Başûr dagir bike. Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, operesyonên li ser Herêma Parastinê ya Medya, Xakûrkê, Zap, Heftanîn û Garê li ser esasê gîhandina hedefa hatibû diyarkirin bû. Lê ev plan dema ku bi temamî negihîşt hedefê vê carê dewleta tirk konsepta xweyî şer berferehtir dikir. Ev şer heta niha didome. Dewleta Tirk, sed sale vê siyaseta înkar û îmhayê li ser Kurdan dide meşandin. Lê ev nîv sedsal e bi derketina tevgera azadiyê re siyaseta şerê qirkirina Kurdan karekterekî cuda yê ji hemû demên beriya xwe qezenc kir. Dewleta Tirk di nîv sedsala dawî de li hemberî Kurdê şiyar bû, bi rêxistin bû, serî rakirî û bi artêşa parastina gel bûyî hemû rêbazên şer, hemû teknîka xwe ya hewayî, bejahî ku her cûre çek di nav de ye û bi desteka Nato şerê qirkirinê dimeşîne. Di bin bi sedan sernavên cuda de konsept, plan û operesyonên tinekirinê meşandin. Di zihniyet û siyaseta dewleta tirk de Kurd wekî hebûna gelekî ne hatin dîtin û nejî ji bo bêne dîtin hewlek çêbû. Dewleta Tirk di herêmê de li ser tinekirin û qirkirina Kurdan desthilatdariya xwe li ser piyan digre. Ev zihniyeta tineker yê dewleta tirk çawa ku bi hatina hemû hikûmetên şer yê li ser desthilatê siyaseta têkçûn û binketinê ji dîroka dewleta tirk re hişt, desthilata niha ya AKP-MHP jî bi heman aqûbetê re rû bi rû ye."   'DEWLETA TIRK PDK'Ê TESLÎM GIRTIYE'    Şengalî anî ziman ku Tirkiye di siyaseta şer de israr dike, lê heta niha li hemberî têkoşîna gelê kurd bi binketiye û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye li ber têkoşîna gelê kurd û dostên wan bê çare maye û xetimiye. Ji bona ku vê binketin û xetimandina xwe derbas bike ev saleke bi dewletên cîran re, bi hêzên navnetewî re di nav hewldanên nû yê tifaqa dij-Kurd de ye. Dewleta tirk, PDK bi temamî teslîm girt. Êdî rewşa PDK di nav de em nikarin wekî hevkarî û alîkariyê bi nav bikin. Ger em bêjin AKP-MHP'ê PDK'ê teslîm girtiye wê ne tespîtekî şaş be. Bêguman dema viya dibêjim, rastiya AKP û zihniyeta wê ya qirker sivik nabe. Berovajî AKP bi serkêşiya Erdogan bi bîrdoziya olperest ev 22 sale di herêmê de şerê fethê û kuştina Kurdan helale dimeşîne. Viya jî li ser navê Îslamê dike. Xeta herdu partiyan jî li ser hişmendî û bîrdoziya nijedperestî û netewperestiyê ye. Di encama hewldan û plangeriyên qirêj ên dewleta tirk yên çend salên dawî de ji par ve dewleta tirk li ser hev bi hikûmeta Sudanî û aliyên cuda yê dewleta Îraqê re pêvajoyekî ya dan û standinê pêşxist. Li pişt îsrarkirina dewleta Tirk a hevdîtin û mohrkirina peymanekî ewlekariyê bi dewleta Îraqê re jî PDK heye, Emerîka û hin hêzên navnetewî hene. Ev lihevkirin û Peyman bi temamî li ser esasê ewlekarî û dagirkeriya Kurdistanê hatiye pêşxistin. Ev plana dewleta tirk bi temamî nehatibe eşkerekirin jî, lê gavên piştî van hevdîtinan tên avêtin em nikarin ji vê lihevkirina sê alî ya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêr de bigrin dest. Sedî sed bi vê lihevkirinê ve girêdayî ye. Hevdîtina herî dawî ya bi serkêşiya Fuad Hisên li ser diyarkirina roja wê ji aliyê dewleta Tirk ve di roja 15’ê Tebaxê de em qet nikarin wekî rasthatinekî lêbinêrin. Di herêmê de du pirsgirêkên giran, kûr û dîrokî diqewimin hene. Yek pirsgirêka Kurd e ya din jî ya gelê Filîstînê ye. Ev plana qirêj û mîna çiravê ku dewleta tirk bi xwe têde ye û hinek hevkarên din bi xwe re dixe, divê were zanîn ji bo tevahî gelên herêmê nîşaneya metirsî û xeteriyekî nû ya li ser herêmê ye. Iraq di herêmê de wekî erdnîgarî ji bo pêşketinên siyasî-leşkerî navendekî girîng û stratejîk e. Eger Iraq bi temamî teslîmî daxwezên Tirkiyeyê bibe wê girîngiya xwe ya stratejîk ji dest bide û pêvajoyekî mîna dema 2003’an bijî. Ger Iraq di siyaset û tifaqa dij-kurd de cih bigre wê windahiyekî mezin bijî. Di derfetên niha li herêmê çêbûne de û rewşa konjokturel di herêmê de heyî tu kes nikare bê Kurdan hesabê xwe ne yê siyasî û ne jî yê leşkerî bike. Têkoşîn, berxwedan û siyaseta civakî û şerê xweparastinê yê gelê Kurd, di herêmê de dide meşandin bi her awayî li ser geşedanên di herêmê de çêdibin bandora xwe dike. Êdî ne tu dewlet û ne jî tu hêz nikare çavê xwe ji vê rastiyê re bigre û wekî dixweze li ser Kurdistanê planên xwe yê dagirkeriyê pêk bîne. Ji bona wê em dikarin bêjin di peyamên hatin dayîn de wisa diyar dibe wê şerê dagirkeriya li Kurdistanê berferehtir bikin û aloziya heyî kûr bikin."               'QETILKIRINA ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E'    Şengalî di berdewamiya axaftina xwe d e rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin jî bi bîr anî û wiha axivî: "Dewleta tirk ne cara yekeme rojnamevanan hedef digre û qetil dike. Bi vê êrişa dawî re sûcekî din yê şer li yê heta niha hatiye kiriye hat zêdekirin. Hemû nerazîbûn, hêrs û bertekên li dijî vê êrişa bi hovane hatî kirin ji ber van sûcên dewleta tirk in. Dewleta tirk siyaseta şer û qirkirina li Kurdistanê ne tenê ji bo parçeyekî, ji bo tevgerekê an jî sazî û hêzekî leşkerî dimeşîne. Di hedefa dewleta tirk de tinekirina hemû zindiyên li Kurdistanê dijîn heye. Dewletekî ku her kêliyê siyaseta xwe, li ser tinebûna gelekî din pêşbixîne wê çi jê were hêvî kirin. Wê gelê Kurd li dijî van êrişên hovane bêdeng nemîne. Gelek caran em dibêjin li gorî qanûnên navneteweyî û hiqûqê, mafê mirovan qetilkirina rojnamevanan an jî hedef girtina wan sûcê şer e. Lê em viya nikarin ji bona dewleta tirk bêjin. Di qanûna dewleta tirk de yek tişt heye ew jî dijminahiya gelê Kurd kirine. Ji bona wê em karin bêjin ev meznahiya xeterî û metisiya peymana di navbera Tirkiye-Iraqê de li dijî başûrê Kurdistanê, gelê kurd bi temamî û bi taybetî jinên pêşeng û şoreşger ên Kurdistanê nîşan dike. Bi vê êrişê re rûreşiya dewleta tirk û hevkarên wê di astekî girîng de hate tehşîrkirin. Heta niha dewleta Tirk bi sîxûrtiya PDK mirovên herî hêja, herî welatparêz û girêdayî doza azadiyê bûn li Silêmaniyê qetil kirin. Dewleta tirk heta niha gelek caran gef li YNK'ê jî xwar û ji bona beşdarî plangeriya xwe bike gelek hewldan kirin û bi taybetî Silêmanî kir yek ji navenda êrişên xweyî herî hovane. Êrişa herî dawî jî ku li dijî rojnamevanan pêşxist parçeyek ji vê plan û wekî berdewamiya wan e. Ji bona wê em nikarin vê êrişa pêk hatî ji vê peyamana hat îzmekirin, qut bigirin dest. Ev yek ji plana wan ya pêşî em karin binirxînin. Bi hemwextî li dijî Bakûr-Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk zêde bûne û sûcê şer dike."    'RÊ JI LEŞKERÊN TIRK RE TÊ VEKIRIN'    Şengalî bal kişand ser êrişên heyî ku didomin û muhtemeliya dê êriş dijwartir bibin û wiha got: "Tişta xûya dibe û encama van êrişan jî ji vê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî plana dagirkeriyê yê dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin di encama lihevkirinekî hêzên herêmî û navneteweyî ya li gel dewleta Tirk de ye. Ji viya re destûr hatiye dayîn. Di rewşa heyî de wê ev plan bighîje hedefa xwe an ne wê pêşketinên di mehên pêşiya me de çêbibin hin tiştan zelal û diyar bike. Dibe ku alozî kûr bibe û şer li ser herêmên niha dimeşe li hinek cihên din jî belav bibe. Di daxûyaniyên tên dayîn de viya tê famkirin ku wê asta êriş û şerê li herêmê didome kûrtir bibe. Dewleta Tirk her roj sevkiyeta leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê dike. Heta tê gotin gelek çeteyên anîne herêma Behdînanê. Ev agahî bi belgeyan jî hate eşkerekirin. Ji bona wê em karin bêjin lîstokekî nû ya qirêj û plangeriyekî berfereh li dijî gelên herêmê bi taybetî li dijî gelê Kurd di meriyetê de ye. Encama amarên rojane yên şerê li Kurdistanê vê rastiyê radixe ber çavan. Li ser xaka Iraqê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ewqasî rê ji hatina leşkerên dewleta Tirk re vekirin ev tê wê maneyê ku dewleta Tirk xwe ji bo şerekî hîn berfereh û giran amade dike. Di serî de PDK, dewleta Iraqê û alî û hêzên siyasî yên li dijî vê plana êriş û dagirkeriya dewleta tirk, bê deng in ji ber sûcên şer ên tên kirin bi qasî dewleta tirk sûcdar in."           'PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANA TOPYEKÛN HEYE'    Şengalî bal kişand ser şerê tê meşandin û berxwedana li dijî wê tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku dewleta tirk siyaseta qirkirinê û tecrîda mutleq a li Îmraliyê bidomîne, heta ku şer, dagirkerî û êrişên qirker li ser gelê Kurd û Kurdistanê berdewam bikin, wê têkoşîna gelê kurd yê welatparêz û berxwedêr berdewam bike. Tû êrişên dewleta tirk nikare li Kurdistanê xeta berxwedanê ku Kurdan xwe li ser jîndar kiriye tine bike. Gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd wê tû carî li hemberî êriş û plangeriyan teslîm nebin. Dewleta Tirk û PDK viya baş dizanin. Bêguman li dijî êriş û plangeriyên nû helwest û nerazîbûnekî tûnd heye. Lê dîsa jî ev ne têrker e. Ev plan ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî hemû gelên herêmê ye. Li gorî viya niha pêwîstî pê heye di herêmê de hemû gel di eniyekî fereh ya têkoşînê de li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Pêşîlêgirtina plangeriya nû ya li dijî Kurdistanê encax gelê Kurd, bi ruhê berxwedana dîrokî û topyekûn pêkan e."