Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî? 2024-09-04 09:46:45   AMED - Tevî ku di lêpirsîna Narîn Guran a li Amedê ji wê agahî nayên wergirtin 15 roj derbasbûne jî tu pêşketin çênebûye.     Zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ji Qursa Qur’anê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Tevî xebatên kolanê, wergirtina îfadeya bi dehan kesan û binçavkirinan 15 roj in aqûbeta Guran dernexistin holê. Di vê pêvajoyê de gelek agahiyên ne rast avêtin holê. Rayedarên ku bûyerê lêkolîn dikin jî nekarîn pirsenîşanên di nava raya giştî de rakin.    LI GUND BÊDENGÎ HEYE   Malbat ji bo ku keça wan bê dîtin di rojên ewil de gelek daxuyanî dan. Lê ferdên malbatê piştî demekê têkildarî aqûbeta Guranê êdî bi rojnamevanan re neaxivîn. Her wiha şêniyên gund ji roja ewil ve bêdengiyê tercîh dikin. Yekane gotina ku gundî dibêjin ev e: “Em tiştekê nizanin, dewlet dizane.”   Piştî bûyerê dora mala Guran bi şirîda ewlehiyê hate girtin. Ji noxteyeke ku ji aliyê AFAD’ê ve hatiye avakirin, destûr tê dayîn ku rojnamevan kêşanê bikin. Ferdên malbatê jî destûrê nadin ku rojnamevan nêzî malê bibin.    ÇI QEWIMÎ?   Guran, di 21’ê tebaxê de saet di 13.00’an de ji bo ku biçe Qursa Qûranê ji mala xwe derket. Guran dora saet 15.00’an jî ji qursê derket. Malbata Guran, ji bo ku ji keçên xwe agahî negirtin rayedar agahdar kirin. Tîmên AFAD û cendermeyan ên sewqî herêmê hatin kirin, dest bi xebata lêgerînê kir. Di encama xebatan de dîmenên kamerayê ku saet di 15.15’an de ber bi mala xwe ve diçû hatin dîtin.    Di çarçoveya lêpirsînê ya têkildarî bûyerê hatin destpêkirin de îfadeyên bi dehan kesan hatin wergirtin. Di ketin û derketina gund de noxteyên lêgerînê hatin danîn. Hemû wesayîtên ku derbas bûn hatin gerandin. Nêzî 150 ajokarên wesayîtan ku di saeta Narîn windabûye de di rê de derbasbûne hatin lêpirsîn. Her wiha li hin malên terkkirî lêgerîn hate kirin. Zêdetirî qadeke 11 hezar doniman xebatên lêgerînê hatin kirin.    Di 22’yê tebaxê de 3 kîlometre dûrî mala malbata Guranê, di 28’ê tebaxê de jî 2 kîlometre dûrî mala wan du şimikên zarokan ên cuda hatin dîtin. Lê hate diyarkirin ku her du şimik jî ne aydê Guranê ne.    Di 25’ê tebaxê de li ser zinarên 20 mîtro dûrî mala malbata Guranê lekeyên xwînê hatin dîtin. Parçeyên keviran ên lekeyên xwînê li ser bûn hatin lêkolînkirin. Piştî lêkolînê Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku lekeyên xwînê ne aydê Guran, aydê zarokekî ku li gund xwîn ji difina wî hatiye ye.     Di 28’ê tebaxê de xebat li Çemê Selmî yê 2 kîlometreyan dûrî gund hatin zêdekirin. Lê li vir jî tu şop nehatin dîtin.    KEKÊ WÎ HATE BINÇAVKIRIN     Kekê Guran, E. Guran di 29’ê tebaxê de ji ber şopên gezan ên li ser destê wî hate binçavkirin. Piştî ku nehate tespîtkirin ku geza li ser destê E.G’yê aydê kê ye, di 30’ê tebaxê de hate berdan. Roja ku kekê Guranê hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ve têkildarî nûçeyên derbarê Guranê de biryara qedexeya weşanê da.    Di 1’ê îlonê de li zeviyeke li gundê Derbişûr ê cîranê gund lêgerîn hate kirin. Di xebatên hatin kirin de parçeyên cilan û potikên hatin dîtin weke delîl hatin wergirtin û ji bo lêkolînê şandin Saziya Tiba Edlî (ATK).    APÊ WÊ HATE GIRTIN     Di 1’ê îlonê de jî apê Guranê Salîm Guran ku di heman demê de muxtarê gundê Çulî ye hate binçavkirin. Guran ê di 2’yê îlonê de îfadeya wî ya dozgeriyê hate wergirtin, bi hincetên “di wesayîta wî de mînakên DNA’yê yên aydê Narîn Guranê hatine dîtin û îfadeyên binakok dane” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin. Guran ji ber sûcên “Kuştina biqestî” û “Kesî ji azadiya wî bêpar bihêle” hate girtin. Hate îdiakirin ku ap Guran wiha gotiye: “Narîn qet li wesayîta min siwar nebû. Dema ku min deriyê wesayîtê vekirî dihêlan dibe ku ew bi xwe siwar bibe.”   Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, diyar kir ku ji ber mînakên DNA’yê yên di wesayîta ap Guran de û mînakên DNA’yê yên ji Yuksel Guran û bav Arîf Guran hatin wergirtin ji hev girtine ap Guran hatiye girtin. Tevî ku Apê Guran bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” hat girtin jî, gotina Tûnç a “Daxwaza me ya bingehîn ew e ku keça me Narîn bi sax û silametî bê dîtin” bal kişand.