12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin 2024-09-04 09:47:38 STENBOL - Li Stenbolê 12 ciwanên kurd di mitînga 1’ê Îlonê de bi hinceta govend gerandin e û pankartê “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine, hatin girtin. Hat zanîn ku rojekê av û xwarinê nedane ciwanan.  Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê mitînga aştiyê li dar xist. Di mitîngê de 12 ciwanên kurd A.Î., D.T., E.Y., E.E., E.N.Ç., G.Ç., H.C., M.D., M.N., N.K., O.A., Z.T. bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandin, hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku ciwanên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê rojek tî û birçî hatine ragirtin. Ciwanan roja 2’yê îlonê sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartala Stenbolê kirin. Îfade wergirtina ciwanan ji nîvro heta şeve dewam kir û parêzeran xwest xwarinê û avê bidin wan. Lê belê polîsan destûr neda vê yekê.    DOZGER BÊYÎ ÎFADE BIGIRE SEWQÎ GIRTINÊ KIR    Ciwanên ku demek dirêj tî û birçî li edliyeyê hatin rawestandin, dozger îfadeya wan negirt û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” sewqî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sûlhê ya Anadolûyê kir.    Dadgeriyê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” der barê 12 ciwanan de biryara girtinê da. Her wiha dadgeriyê biryara hincetê li rûyê parêzeran nexwedn û bi girtekê ji bo wan ragihand. Ciwanan û parêzeran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Paşê ciwanên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Maltepeyê.    DELÎL GOVEND Û PANKART HATIYE NÎŞANDAN!    Di hinceta biryara girtina 12 ciwanan de hat îdiakirin ku polîsan ji bo ciwan belav bibin, hişyarî daye. Di hincetê de hat îdiakirin ku ciwanan li gel stranên ku “propaganda rêxistinê dikin” govend gerandin e. Her wiha hat îdiakirin ku pankartê bi nivîsa “Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana xweser e” vekirine û ev pankart “dij qanûnî” ye. Di girtekê de balkêş e ku gerandina govendê û vekirina pankartekê ji bo girtinê delîl hatiye nîşandan.    MA / Omer Îbrahîmoglû