Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin 2024-09-04 11:00:22   MÊRDÎN/ÊLIH - Di 31’emîn salvegera qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar de Nîzamettîn Togûç behsa şahidiyên xwe kirin, hevjîna Sîncar, Cîhan Sincar jî wiha got: “Me di 31 salan de bi ser navê edaletê tiştek nedît.”   Parlamenterê Partiya Demokratê (DEP) Mehmet Sîncar û rêveberê Partiyê Metîn Ozdemîr dema xwestin bûyera ku endamên Meclisa Partiyê (PM) yên DEP’ê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç hatine qetilkirin, li cihê bûyerê lêkolîn bikin , di 4’ê îlona 1993’yan de çûn Êlihê  û hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina Sîncar û Ozdemîr 31 sal derbas bûn. Piştî Sîncar û Ozdemîr hatin qetilkirin, li bajar qedexeya derketina derve hate îlankirin û wezîrên demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan îdia kirin ku failên hêj ku 24 saet derbas nebûne hatine girtin. Serokwezîra demê Tansû Çîller jî diyar kir ku faîl hatine girttin. Lê belê Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan Mehmet Agar dûrî daxuyaniyên hatine dayîn wiha gotibû, “Kar herimandin. Karê ku dê derkeve herimandin. Em hinekî bêdeng bin” û daxuyand ku faîl nehatine girtin.    RAPORA ‘QEZAYA SÛSÛRLÛKÊ’   Cinayetê ewilî Tûgayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) girt ser xwe. Lê belê di qezaya li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê de belgeyên derbarê cinayetan de agahiyê nû derketin holê. Di dîroka dewletê de ev bûyer wek “Qezaya Sûsûrlûkê” hat binavkirin û cînayet û kirinên derveyî qanûnî yên bi têkiliya dewlet, siyaset û mafyayan derketin holê.    Di rapora ji hêla Karîbarê Serokwezîriya Demê Kûtlû Savaş ve hatiye amadekirin de cînayeta Sîncar jî cih girt. Di raporê de hat gotin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji hêla Mahmût Yildirim ê wek “Yeşîl” tê naskirin û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen, û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Tevî ku rapor gihişt ber destê Serokwezîrê dem Mesût Yilmaz jî ji avakarên JÎTEM’ê Mahmût Yildirim tu caran nehate dîtin.    BIRYARA DARIZANDIN JI NÛ VE   Kesên di raporê de navên wan derbas bûne tu caran nehatin darizandin, di çarçoveye lêpirsîna qetilkirina Sîncar hatiye destpêkirin de tenê girtiyê Hîzbûllahê Cîhan Yidiz û firariyê heya niha nehatiye dîtîn Ejder Arpa wek berpirsyar hatin dîtin. Dema Yildiz hat darizandin cezayê muebeta giran lê hate birîn. Dosyeya Arpa jî hate cûdakirin. Dema parêzerê Yildiz di sala 2019’an de daxwaza darizandina ji vû ve kir û ev daxwaz ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate qebûlkirin, dosye careke ji bo darizandin were kirin hate rojevê.     GIRTÎ NEMAN   Di darizandina 2’ê cotmeha 2019’an de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye lidarxistin de Yildiz hate berdan, danişîna dawî jî di 6’ê hezîrana 2024’an de hat lidarxistin. Lê belê ne daxwaza girtina Yildiz hate qebûlkirin ne jî navên kesên din ên di “Rapora Sûsûrlûkê” de derbas dibûn, tev li dosyeyê hatin kirin.    Di darizandina ku didome de dezgerê guheriye hêj jî mutalaya xwe nedaye û di danişîna dawî de jî dem xwest. Bi ser daxwaza demê ya dozger danişîn taloqî 10’ê kanûna hate kirin.     Sîncar dê bi boneya 31’êmîn salvegera mirina xwe dê li cihê ku hatiye qetilkirin û li ser goristana navçeya Qosera Mêrdînê bi çalakiyan were bîranîn.    ‘EDALET NÎN E’   Hevjîna Sîncar roja qetilkirina hevjînê xwe vegot, destnîşan kir ku tiştên hatine jiyîn ji bo wan xemgîniyekî mezin e û wiha axivî: “Kurdekî binamûs bû. Li gel gelê xwe bû û li pey gotina xwe bû. Tekane sûcê wî ev bû û ji ber vê yekê hate qetilkirin. Ev yek ji bo me şerefekî mezin e. Şerefa wî jî wekî êşa wî mezin bû.” Sîncar diyar kir ku tevî 31 sal ser bûyerê derbas bûne ew bi ser navê edaletê tiştekî nedîtine û axaftina xwe wiha domand: “Em di danişîna dawî de em rastî dadgerekî bêyî cidiyet hatin. Tê bejî qey bi me re henekên  xwe dikirin, lîstikekî şanoyê dihat lîstin. Heke edalet heba berî her tiştî dê bi cidiyeta dosyeyekî parlamenterekê hûrmet nîşan dabana. Lê belê ji ber kurd bû bêyî cidiyet nêz bûn.”    ‘EM Ê BI SER KEVIN’   Sîncar da zanîn ku dosye wekî dosyeya Apê Mûsa û Vedat Aydin bi demboriyê ve birinû wiha pê de çû: “Me çi kir jî dosyeyê ber bi demboriyê ve birin. Lê belê em wê demboriyê nas nakin. Bi qasî ku ev hebin em ê li pey vê dozê bin. Ji tu kesekî tu daxwazên me nîn in. Tenê wekî her civakekî em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Heke vê yekê jî ji me re zêde bibînin, em ê jî ji destê me çi were bikin. Ji ber vê sedemê ez bang li gelê me dikim, bila tu kes hesaba xwe biçûk neke. Pirsgirêka me pirsgirêka bi sedan salan e. Em dizanin bê ka berdêla parastina vê dozê çi ye. Em bi zanebûna vê yekê têdikoşin.”    Sîncar destnîşan ki ku heya îro Çapemeniya Azad û gel wan bi tenê nehiştiye û wiha dom kir: “Em bi xwedîderktina hev dikarin xwe bigihînin armanca xwe. Dibe ku bixwazin me li hemberî hev sor bikin. Lê divê em tevî vê yekê jî bi hev re bin. Dîrok gelek caran xwe dubare dike. Dixwazin polîtîkaya Dewleta Osmaniyan li ser gel bisepînin. Hezaran berxwedanên kurdan hene. Hemû jî bo me rûmet û şeref in. Em hêvî dikin ku rojên xweş nêz in. Em ê ji bo vê armanca xwe, xwedî li paşeroja xwe dervekin û dê bi ser kevin.”   QALA ROJA BÛYERÊ KIR    Parlamenterê DEP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç ku di heman êrişê de birîndar xelas bû, tiştên ew roj hatiye serê wan vegot. Togûç da zanîn ku wê heyamê planên qirêj ku di dewrê de bûn îro jî heman plan di dewrê de ne û wiha got: “Mehmet Sîncar ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewlêtê destek dida wan ve hat qetilkirin. Ew heyam wek heyama ‘faîl nediyar’ dihat binavkirin, lê belê faîl diyar bûn, çimkî faîl dewlet bi xwe bû. Habîp Kiliç hatibû qetilkirin. Em çûn şîna wî. Li vegera şînê Nesîmî Kiliç hat binçavkirin. Wî li Torosê siwar kirin û birin. Ez û Remzî Kartal, Hatîp Dîcle ji bo Nesîmî em çûn Amedê. Dema em derbasî emniyetê bûn, sê kesan pêşiya me birî û gotin ‘hûnê jî biçin’. Me bi midûrê emniyetê re hevdîtin kir. Wî jî got ku emniyeta Mêrdînê Nesîmî xwestiye. Me; Mehmet Sîncar, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Remzî Kartal, Alî Yîgît li Êlihê civîn li dar xist. Em ê roja ewilî biçûna şînê. Dotira rojê me yê serdana dikandaran bikira û paşê jî bi rêxistinên sivîl re hevdîtinê bikira. Ji bo em piştevaniyê berfireh bikin, me vê plana xwe çêkiribû. Em çûn şînê. Me serê sibehê taştê xwar. Leyla Zana got duh polîsek hatiye û jê re gotiye, ‘Em ê sibê we neparêzin’. Lê çi dibû bila bibûya me biryar girtibû ku em bernameya xwe bibin serî. Ew roj me serdana dikandaran kir. Me ferqa kir ku hin kes me teqîp dikin.    Roja bûyerê dema em ketin Kolana Elmayê, kesekî Mihemed sekinand û dest bi nîqaşê kir. Paşê me ev kes vexwend partiyê. Min ji Mihemed re got 'Em herin'. Me 20 gav avêtin û me gulebaran kir. Li Mihemed xistin û ket. Ji nêz ve gule berdan. Du demançeyên min hebûn. Min bi dest parastinê kir. Ez derbasî dikanekî bûm. Gulebaranek dijwar hatibû kirin. 3 gule li min ketin. Dema ez rabûm, min dît ku xwîn jê tê. Min li cihê ku Mihemed lê hat gulebarankirin mêze kir û ew ne li wir bû. Min texsiyek rawestand û çûm nexweşxaneyê. Ez di rê de ji ser hişê xwe çûm. Metîn Ozdemîr û Mihemed qetil kirin. Dema Zubeyîr, Leyla û Hatîp hatin cem min, diyar kirin ku rewşa wan giran e. Ji ber ku ez birîndar bûm, mirina wî ji min veşartibûn. Paşê ez çûm cem doktor û ji wan fêr bûm. Dayika min du rojan li ber deriyê nexweşxaneyê hatibû sekinandin. Destûr nedan ku min bibîne."   'ÇETEYÊN DEWLETÊ ÊRIŞÎ ME KIRIN’    Toguç anî ziman ku nûçegihanê TRT'ê li nexweşxaneyê çûye cem wî û pirsa ka kujer kî ye kiriye û got: "Min got kujer dewlet e. Ji ber ku qatil dewlet bû. Çeteyên ku ji aliyê dewletê ve tên destekkirin êrişî me kirin. 'Plana Têkbirinê’ ya ku dewletê niha xistiye meriyetê, wê demê jî di meriyetê de bû, lê bi ser neket. Îro dîsa ev plan wê bi ser nekeve. Zîhniyeta qetlîamker a wê serdemê hê jî polîtîkaya qirkirina kurdan dimeşîne. Komkujiyên wê serdemê îro jî li her cihê ku kurd lê hene berdewam dikin. Çend roj berê 2 rojnamegerên jin hatin qetilkirin. Lê belê çi bikin bila bikin, têkoşîna Mihemed û yên dan pey daw û doza wî têk neçûn, serî netewandin û wê netewînin jî.”    MA / Ahmet Kanbal - Fethî Balaman