Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan 2024-09-04 11:39:46   COLEMÊRG - Li Geverê sê siyasetmedarên di doza "KCK Geverê" de cezayên wan hatibû erêkirin, vê sibehê hatin binçavkirin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên tîmên taybet vê sibehê avêtin ser gelek malan. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de Nazîf Ataman, Yilmaz Guneylî û Cemîl Bor hatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku welatiyên hatine binçavkirin, ew siyasetmedarên ji doza “KCK Geverê” dihatin darizandin û cezayê wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve di meha tîrmeha 2024’an de hatiye erêkirin in. Siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Her sê siyasetmedarên îro hatine binçavkirin jî di nav de 30 siyasetmedar di sala 2012’an de li Geverê bi îdiaya “Di nava rêxistinkirina KCK’ê de cih digirin” hatibûn binçavkirin û girtin. Siyasetmedar paşê di dîrokên cihê de hatibûn berdan.    Di 1’ê cotmeha 2021’an de danişîna biryara dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hatibû lidarxistin û ceza li siyasetmedaran hatibû birîn. Li her siyasetmedarekî 8 sal û 9 meh cezayê hepsê hatibû birîn.    Dadgeha Bilind cezayê ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve hatibû birîn di 18’ê tîrmehê de erê kiribû.