Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan 2024-09-04 11:56:30   WAN - Şaredariya Tûşbayê bi Tum Bel-Senê re peyman îmze kir. Li gorî peymanê jin dê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de bi destûr bin, dê aşiya HPV’ê jî bêpere be.    Şaredariya Tûşbayê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ji bo mafên xebatkarên xwe yên civakî, baştir bike bi Sendîkaya  Hemû Kedkarên Şaredariyê û Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî (Tum Bal-Sen) re peyman îmze kir. Madeya dê astengdar roja ewil a “Hefteya Astengdaran” û 3’ê Kanûna Roja Astengdaran a Cîhanê de wek “destûra îdarî” werin hesibandin li peymanê hate zêdekirin.    Hevserokên şaredariya Hanim Akkoş û Ûmît Keser, Hevserokê Sendîkaya Tum Bel-Senê Ekrem Pala, Sekreterê Hiqûqê Vûral Ayturk tev li merasîma îmzeyê ya li avahiyê xizmetê ya Şaredariya Tûşbayê de hatiye lidarxistin bûn.    DESTÛRA REGLÊ DAN JINAN   Di çarçoveya biryarên ji bo jinan hatine girtin de jin de di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de wek xwedî destûra îdarî werin hesibandin. Herwiha li gorî peymanê jin yekem carê dê destûra reglê bi kar bînin, dê aşiya penceşêra malzarokê ya HPV’ê bêpere be.  Dê mafên jinan ên destûrê werin başkirin, dê jinên xebatkar derveyî destûra dayikiyê, 6 hefteyan bi destûr be.