Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê 2024-09-04 11:57:29 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên weke lêgerîna tazî û tundiyê yên li girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê diqewimin anî rojeva Meclisê.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmara 1 û 2’yan ên li Kocaelî û Tekîrdagê ku serdana wan kirin anî rojeva Meclisê. Duşunmez têkildarî binpêkirinan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.    LÊGERÎNA TAZÎ Û ÎŞKENCE   Duşunmez di serlêdanê de bal kişand ser rewşa girtî Adem Dînç ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê îşkence lê hate kirin. Duşunmez, da zanîn ku sergardiyanê ku îşkence li Dînç kirî piştî îşkenceyê nehatiye girtîgehê û têkildarî îşkenceyê gilî hatiye kirin.    Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Ewlehiya Bilind ên Kocaeliyê lêgerîna tazî li girtîgehan hatiye ferzkirin û girtiyên ku ev rewş qebûl nekirine îşkence li wan hatiye kirin. Her wiha bal hate kişandin ku sewqên nexweşxaneyan dereng tên kirin û ev tişt hate gotin: “Girtî nikarin ji şertên tedawiyê sûdê bigirin û di encama derengmayîna tedawiyan de bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin, di dema sewqên nexweşxaneyan de ji aliyê cendermeyan ve lêgerîna nava dev tê kirin û kesên ku ev pêkanîna neneheq qebûl nakin, sewqên nexweşxaneyan nayên kirin, di çarçoveya biryarên ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehan ve tên dayîn înfaza girtiyan bi hincetên keyfî tên şewitandin.”   ‘CIHEKARÎ LI GIRTIYAN TÊ KIRIN’    Di serlêdanê de hate diyarkirin ku heman binpêkirin li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Tekîrdagê jî diqewimin. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Hate tespîtkirin ku lêgerînên rûtîn û qismî yên li girtîgehê tên kirin li gorî prosedurê nehatine kirin, hemû tişt avêtine erdî û bêyî hincet dest danîne ser nivîs û pirtûkên girtiyan, aktîvîteyên civakî di 45 rojan de bi 10 saetan hatine bisînorkirin, destûr nayê dayîn ku girtî xwe bigihînin rojnameya dixwazin, bikaranîn kompîturê bi hincetên keyfî hatine astengkirin, girtî bi hin navan hatine binavkirin û cihekarî tê kirin.”   Duşunmez, bi daxwaza ku Wezaretê Dadê bibersivîne pêşniyaznameyek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.    Di pêşniyaznameyê de ev pirs cih girtin:    * Tevî ku cezayê dîsiplînê nîne jî astengkirina mafên girtî û hikumxwaran a bi awayekî keyfî sûc e. Derbarê faîlê sûc sergardiyan ku me li jor qala wî kiriye û berpirsyarên din de lêpirsîneke edlî û îdarî hatiye destpêkirin?   * Der heqê personelên ku dibin sedem ku girtiyên ji girtîgehên din tên sewqkirin rastî pêkanînên li dijî rûmeta mirovan bên û mafên xwegihandina tenduristî û jiyanê yên girtiyên di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî lêgerîna tazî tên, tên binpêkirin, lêpirsînek hatiye vekirin an na?   * Astengkirina mafê parastinê yê girtiyan, binpêkirina azadiya ragihandinê û astengkirina mafê xwegihandina tenduristiyê, binpêkirina qedexeya mûameleya nebaş a li girtîgehan e. Faîl û berpirsyarên ku qedexeya mûameleya nebaş binpêkirine ji aliyê Wezareta we ve hatine tespîtkirin? Derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin?   * Hejmara giliyên ku di 5 salên dawî de li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Ewlehiya Bilind ên Kocaeliyê ji Wezareta we re hatine ragihandin çend in? Ev gilî ji aliyê we çawa hatine çareserkirin?   * Li girtîgehan ‘Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehê’ bi pêkanînên keyfî berdana girtiyan asteng dikin. Têkildarî vê yekê ji Wezareta we re çend serlêdan hatine kirin? Çend ji van serlêdanan ketine meriyetê?   * Li girtîgehên Tirkiyeyê berdana çend girtiyên siyasî ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî ve bi kîjan hincetan hatine taloqkirin?”