Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin 2024-09-04 12:52:13   WAN - Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê ya Gîresûnê bi rêya malbatên xwe li dijî binpêkirinên mafan ên di rojên dawî de zêde bûne, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Espiyeyê ya Gîresûnê di rojên dawî de binpêkirinên mafan her ku diçin zêde dibin. Hat ragihandin li girtîgehê tundiya gardiyanan a li ser girtiyan zêde bûye û gelek binpêkirinên mafan zêde bûn e. Girtî bi rêya malbatên xwe li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    BANGA HESTIYARIYÊ    Metîn Uyar ê li girtîgeha navborî tê ragirtin pirsgirêkên ku pê re rû bi rû mane bi rêya malbata xwe vegot. Uyar anî ziman ku bi hatina midûrê nû yê girtîgehê re zext zêde bûne û got ku hema bêje hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Uyar anî ziman ku gardiyan zextên ku digihîjin îşkenceyê pêk anîne û gef li wan hatiye xwarin. Uyar diyar kir ku tu daxwaznameyên wan li ber çavan nayên girtin û rojname û nameyên ji bo wan tên şandin, nadin wan. Uyar diyar kir ku şert û mercên giran her ku diçe girantir dibin.   Uyar banga hestiyariyê li raya giştî, siyasetmedaran û rêxistinên mafên mirovan kir.