Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin 2024-09-04 13:05:37   ARTVÎN - Reşît Kîbar ê xwestibû li navçeya Borçkayê pêşi li birîna daran bigire ji hêla Muhammet Ûstabaş ve hate qetilkirin. Bi ser bertekên hatine nîşandan Ûstabaş hate girtin.    Duh li semta Cankurtaran a navçeya Borçkaya Artvînê, Mûhammet Ûstabaş bi ser gelê ku xwestiye pêşî li birîna daran bigire, gule barand û welatiyê bi navê Reşît Kîbar qetil kiriye, hate girtin. Piştî bûyerê Ûstabaş û Fîkret M.hatin binçavkirin, karûbarên wan ên îfadeyê li midûriyeta polîsan qediya û sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgerî herdu binçavkiriyan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ji du kesan binçavkiriyan Mûhammet Ûstabaş hate girtin, Fîkret M. jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Li herêma ku şîrketa Yapi-Soy Betonê ji bo li herêmê tesîsekî tûrizmê çêbike îhale girt û ji bo çêkirina tesîsê jî plansaziya birîna hezar daran dihat kirin. Gelê li herêmê dema ku dît makîneyên kar ji bo birîna daran ber bi daristanê  ve diçin, ji bo pêşî lê bigirin ketin dewrê. Gundiyên ku xwestine pêşî li şîrketê bibirin, li hemberî xwe Mûhammet Ûstabaş ê bi şirketê re têkildar e û di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de wek keya hatiye hilbijartin, dîtin. Muhammet Ûstabaş piştî nîqaşa bi devkî êrişî gundiyan kir. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn. Ji birîndaran Reşît Kîbar ê bi giranî birîndar bûye jiyana xwe jidest da, herdu birîndarên din jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hopayê. Dermankirina birîndaran didome.    Ji bo Reşît Kîbar ê di êrişê de jiyana xwe ji dest daye li Qada Hopayê merasîma cenaze hat li darxistin. Cenazeyê Kîbar dê piştî merasîmê, li goristana Gundê Çîftekopruyê were veşartin.