Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin 2024-09-04 14:26:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dukana Silêmaniyê SÎHA ya Tirkiyeyê wesayîtek bombebaran kir û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin.  Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafira bê mirov û bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê li sînorê bajarokê Xelekan yê ser bi navçeya Dûkan ya Silêmaniyê ve wesayîtek bombebaran kir.    Rêveberê Nexweşxaneya Xelekan Melbend Mihemed ragihand ku di encama êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Nasnameya kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane diyar bûn. Hate diyarkirin ku welatiyê bi navê Muzefer Mozo û du kurên xwe yên ji bajarokê Hacîawa ne jiyana xwe ji dest dane.