Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir 2024-09-04 14:28:13 ENQERE - Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov daxuyand ku Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kiriye.  Serokê demkî yê BRICSê û Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov daxuyand ku Enqereyê-Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kiriye. Uşakov di Forma Aboriyê ya Rojhilatê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo endamtiya tam serlêdan kiriye û daxwaza Enqereyê dê ji aliyê welatên endamên BRICSê ve bê nirxandin.    BRICS ÇIYE?   BRICS; Di sala 2006’an de ji hêla Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Çînê ve hat damezrandin, ev civat hevkarîya aborî ya di navbera welatan de armanc dike. Afrîkaya Başûr di sala 2010’an de li komê hat zêdekirin û di Civîna BRICS a 2023’yan de ku ji hêla Afrîkaya Başûr ve hate organîzekirin, serokên welatên endam biryar dan ku berfireh bibin. Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî û Yekbûyîna Mîrektiyên Ereb jî di 1'ê çileya 2024'an de tev li BRICSê bûbûn.