Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn 2024-09-04 14:42:00 MÊRDÎN - Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay a bîranînê de axivî, wiha got: “Li ser van axan dê cînayetekî neyê ronîkirin nemîne.” Parlamenterê Partiya Demokratê (DEP) Mehmet Sîncar û rêveberê Partiyê Metîn Ozdemîr dema xwestin bûyera ku endamên Meclisa Partiyê (PM) yên DEP’ê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç hatine qetilkirin, li cihê bûyerê lêkolîn bikin , di 4’ê îlona 1993’yan de çûn Êlihê û hatin qetilkirin. Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê DEM Partiyê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, hevşaredarên navçeyan, malbata Sîncar û gelek welatî beşdarî bîranîna ku li ser gora Sîncar a li navçeya Qoser a Mêrdînê hate kirin bûn.    Girseya beriya bîranînê li ser Rêya Eradê kom bû, pankarta “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” vekirin û dirûşma “Şehîd namirin” berzkirin û heta goristanê meşiyan. Piştî meşê girseya li ser gorê kom bû ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin.   KÛDAY: GELÊ KURD DÊ ÇOK NEDEYNE    Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) Salîh Kûday ê piştî rêzgirtinê axivî, anî ziman ku ji ber hovîtiya di salên 90’î de her aliyê Kurdistanê veguherandine goristanê û bi lêv kir ku tu ferq di navbera desthilatên wê demê û ya niha de nînin. Kûday, diyar kir ku li her çar parçeyê Kurdistanê êriş berdewam dikin û anî ziman ku heke faîlên Mehmet Sîncar bên darizandin û cezakirin bawer dikin ku dê cînayetên kiryarên wan nediyar nemînin. Kûday, da zanîn ku gelê kurd tevî girtin, cinayet û komkujiyan çok nedanî ye û destnîşan kir ku dê ji niha şunde jî çok nedeyne û serî netewîne.    AHMET TURK: EM Ê JI BÎR NEKIN    Pişt re Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Turk, bang li Sîncar kir û wiha got: “Birayê min ê rêzdar; dizanim gelê kurd ji bo pêşeroja xwe gelek berdel dan. Yek ji van berdelan jî tu yî. Ez bawer dikim ku niha tu îro dipirsî, gelê kurd azadî û mafên xwe bidestxistin an na? Dema em jî sibê binax bûn dê heman tiştan bipirsin. Gelê kurd di çi rewşê de ye? Em jî dê van tiştan mereq bikin. Gelek sal derbas bûn. Bi rastî jî bi dijminatiyeke mezin nêz dibin. Weke serdema tu şehîd ketî niha jî bi hovane nêzî kurdan dibin. Gelê kurd ji bo mafên xwe bi dest bixe berxwedaneke mezin nîşan dide. Em dizanin ku gelê kurd tevî evqas bedelan ji bo azadiya xwe dest ji têkoşîna xwe bernade. Em ji gelê xwe bi bawer in. Gelê kurd dê li van hemû berdelên ku ji bo pêşeroja xwe dane xwedî derkevin û her demê di nav xebatan de bin. Em ê tu carî te ji bîr nekin.”   GUNAY: EM Ê BERXWEDANA WÎ JI BÎR NEKIN    Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay a piştî Turk axivî jî wiha got: “Ne me hevrêyên xwe ne jî gelê kurd ev neferê doza mafdar qet ji bîr kir û ji bîr nake jî.    Gunay, bi lêv kir ku li her derê cînayetên kiryarên nediyar û komkujiyên li benda ronîkirinê hene û wiha got: “Desthilat dikare helw bide van komkujiyan me bide jibîrkirin. Lê em ê her hevalekî xwe, her berxwedana xwe tu car ji bîr nekin. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê cînayetên kiryarên wan nediyar û van komkujiyan teqez ronî bikin. Mîrate û dersa herî mezin ku Mehmet Sîncar ji me re hiştiye ev e.”   ‘DÊ HESABÊ BIDIN’    Gunay, da zanîn ku di salên 90’î de rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar dihatin qetilkirin îro jî ji bo ku bi kurdî diaxivin, xwedî li nasnameya xwe derdikevin gelê kurd û ciwanên wan hêj tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd tu caran bi paş ve gav neavêt û dê tu car jî dest ji nasnameya xwe bernede. Xwedî derketina nasnameya kurd, zimanê kurd domand, weke ku xwedî li şehîdên xwe derket, weke ku li bîranîna her hevrêyekî/e xwe ya hatiye qetilkirin. 31 sal in dosyaya wî hêj vekiriye; lê em dizanin ku desthilat dixwaze vê dosyayê bigire. Hûn nikarin dema tu cînayetên kiryarên nediyar, dosyaya hevrêyên me biborînin. Em van tu caran ji bîr nakin, nadin ji bîr kirin. Heta ku bêhna me tê re bike em ê faîlên van cînayetan derxînin holê û helbet rojekê heqîqet dê derkeve holê. Ev mîrateya ku Mehmet Sîncar ji me re hiştiye ye û em ji vir careke din jê re soz didin. Tu cînayetên ku li ser vê axê neyên ronîkirin namînin. Herkesê li ser vê axê hevrêyên me qetilkirin dê rojekê li pêşberî hiqûqê hesabê bide û rastî dê derkevin holê.”   SÎNCAR: EM RÛMETA XWE NADIN TU KESΠ   Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî anî ziman ku di nava sedsalekê de bi hezaran lehengên Kurd hatine qetilkirin lê yek jî nehatiye jibîrkirin. Sîncar, bal kişand ku tê xwestin dosya bê girtin û anî ziman ku hevjînê wê û hevalên wê bi pêkanînên vê hikumetê cara duyemîn hatin qetilkirin. Sîncar, da zanîn ku dê ne Sîncar ji bîr bikin ne jî bidin ji bîr kirin û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku kî li ser vê axê kevirekî deyne ser kevirekî em minetdarê wan in. Li ser vê axê gelek bedel hatin dayîn, gelek kesan canên xwe dan, kesan li girtîgehan hatin îşkencekirin. Tu tiştekî me nedaye nema. Tenê rûmeta me maye, bila kes qisûrê nenêre em wê jî nadin tu kesê.”   Piştî axaftinan merasîma bîranînê ya Mehmet Sîncar bi danîna qurnefîlan a li ser gora wî bi dawî bû.