Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin 2024-09-04 16:11:11   ENQERE - Parlamenter Bêrîtan Guneş Altin têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Jimara 2’yan a Sîncanê qewimîne serî li ÎHÎK’ê da û diyar kir ku li hewadariyê lêgerînê li ser girtiyan hatiye ferzkirin û nivîsên wan hatine desteserkirin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Sîncanê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Bêrîtan Guneş di serlêdanê de da zanîn ku girtî tên tecrîdkirin, ji mafên xwe yên civakî tên îzolekirin û nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane.    HER CURE MAFÊN GIRTIYAN HATINE DESTESERKIRIN    Bêrîtan Guneş di serlêdanê de anî ziman ku girtî bi tundiya psîkolojîk a giran re rû bi rû dimînin û mafên wan sporê, çandî û civakî bi awayên kêfî tên astengkirin. Guneş diyar kir ku li hewadariyê lêgerînê li ser girtiyan hatiye ferzkirin û nivîsên wan hatine desteserkirin û got: “Rêveberiya girtîgehê guhertina pirtûk û rojnameyan a di navbera qawîşan de qedexe kiriye. Girtî û malbatên xwe di hevdîtinan de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Sewqa nexweşxaneyan a girtiyan ya tê taloqkirin an jî tê betalkirin. Lewma rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe. Girtiyên nexweş ku nikarin bi tena serê xwe li xwe binêrin jî daxwaza sewqên wan nayên qebûlkirin û tevî daxwazan jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Mislix xera bûne û girtî bi tunebûna avê re rû bi rû dimînin.”    DAXWAZA SERDANA GIRTÎGEHÊ    Guneş di serlêdanê de xwest ku ÎHÎK û Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Hikûmxwaran û Girtiyan biçe girtîgehan û serdana girtiyan bike.