Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir! 2024-09-04 16:25:12 ENQERE - Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ku ji Serokê Dewletê yê Misrê Sîsî re digot, “Kujer û darbekar” wî bi merasîma fermî pêşwazî kir.  Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku Serokê Dewletê yê Misrê Abdulfettah es-Sîsî wek “kujer, darbekar û zalim” pênase dikir, îro li Balafirgeha Enqereyê wî bi merasîma fermî pêşwazî kir.   Erdogan û Sîsî kêliyek li Salona Şerefê ya Balafirgeha Esenbogayê hevdîtin kirin û paşê bi wesayîta meqamê ya Erdogan derbasî Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê bûn. Li ber qesrê ji bo Sîsî merasîma pêşwazîkirinê ya fermî hat lidarxistin.    Erdogan û Sîsî paşê derbasî hundirê qesrê bûn û wê li ser hevkariya stratejik civîn li dar bixin. Dê Sîsî û Erdogan piştî civînê civîna çapemeniyê li dar bixin û êvarê jî li qesrê şîvê bixwin.     ERDOGAN JI SÎSÎ RE GOTIBÛ ‘DARBEKAR Û KUJER’    Erdogan ji sala 2011’an vir ve li dijî Sîsî yê ku Muhammed Mursî û tevgera wî têk bir, gotinên giran dikir û digot ew ê tu carî bi Sîsî re hevdîtinê neke. Erdogan di axaftinên xwe yên berê de gelek caran gotinên wek, “darbekar, nedemokrat, zilmkar, kujer” ji Sîsî re digot.    Beriya ku Sîsî bê Tirkiyeyê, Erdogan si 14’ê Sibata 2024’an de li paytexta Misrê Qahîreyê serdana Sîsî kiribû.