Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin 2024-09-04 16:42:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk a li dijî Dukanê de Muzefer Hisên Xidir Ewla û 2 kurên wî hatin qetilkirin.    Dewleta tirk li çoltarê navçeya Dukanê ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi SÎHA’yan wesayîtek hedef girt. Hûrgiliyên êrişê eşkere bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê; êriş li dijî wesayîteke di navbera herêmên Xelekan û Kanîwatmanê hatiye kirin.    Qeymeqamê Dukanê Sîrwan Serhat ragihand ku di êrişê de welatiyê bi navê Muzefer Hisên Xidir Ewla û kurên wî Muhammed Muzefer û Mubîn Muzefer hatine qetilkirin.    Hat zanîn ku malbata hatiye qetilkirin li ser nifûsa bajarokê Hacîawa yê navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê ye.