Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome 2024-09-04 16:44:14 ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 14’an de domiya.   Dayik Şenyaşar tevî kurê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar xwestin çalakiya xwe li ser derenceyên ber deriyê Şerefê bidomînin. Lê belê polîsên Meclisê malbat asteng kirin.    Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar çalakiya xwe li ber deriyê koma DEM Partiyê berdewam kir. Şenyaşar, pêvajoya komkujiyê vegot û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.