Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn 2024-09-04 21:09:17   ÊLIH – Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr, li cihê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.    Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr ên di 4'ê Îlona 1993'yan de di êrişeke çekdarî de li Êlihê hatin qetilkrin, di 31'emîn salvegera mirina xwe de li cihê lê hatin qetilkirin, Kuçeya Elmayê hatin bibîranîn. Malbata Metîn Ozdemîr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, rêveberên DBP'ê, DEM Partiyê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.    Di bîranînê de Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmazê anî ziman ku ên êrişê pêk anîne xwestine gelê kurd bitepisînin, lê kurdan bi berxwedanê bersiva van êrişan daye.    Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn cihê komkujî lê çêbû.