Piştî 31 salan hatin berdan 2024-09-04 20:10:22   ENQERE - Girtî Sînan Sutpak û Adnan Ozbay piştî 31 salan hatin berdan. Her du gırti bêyî ku haya malbatên wan jê hebe hatin berdan.   Sînan Sutpak ê di 3’ê Gulana 1993’an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate girtin û Adnan Ozbay ê di heman salê de li Stenbolê hate girtin, piştî 31 salan hatin berdan.   Berdana Sînan Sutpak û Adnan Ozbay ên cezayê muebetê li wan hate birîn, li gel ku cezayê wan 3’ê Gulana 2023’an qediya jî bi biryara Lîjneya Çavderiya Cezayê bi hinceta ku ‘rewşa wan nebaş e’ 5 car hatin taloqkirin. Berdana Sutpak û Ozbay di 9’ê Tebaxê de ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin.   Li ser îtiraza parêzeran, Sutpak û Ozbay îro bêyî ku agahî bê dayîn malbatên wan hatin berdan. Sutpak ber bi bajarê xwe Rihayê ve bi rê ket.   Ozbay ku tê payîn piştî belgeyên pêwîst ji aliyê şaxa leşkerî ve bên îmzekirin ji girtîgehê derkeve û ber bi Stenbolê ve bi rê bikeve ku malbata wî lê dijî.