ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-05 09:00:41   * OHD’ê li dijî birîna daran a li Herêma Botanê serî li Wezareta Çandinî û Daristanan da. Midûriyeta Daristanan a Rihayê bersiv da serlêdanê û birîna daran red kir. Midûriyetê îdia kir ku “Dar li gorî mewzûatê" tên birîn û hewl da qirkirinê rewa bike.   * Bi milyonan zarok dê nekarin di sala nû ya perwerde û fêrkirinê de bi zimanê dayikê perwerde bibin. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Faruk Ercan wiha got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye.”    * Makbûle Ozer a 82 salî ku demek berê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehê du caran ji ranzayê ketiye xwarê û wiha got: “Hevalên min ên li qawîşê li min dinihêrtin. Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be.”   * Welatiyên ku êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêşwazî bikin, diyar kirin ku bi pêşhilbijartinê û guherandina îktîdarê re aborî jî dê baş bibe.    *  Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê ku xwedî dîrokeke kevnar e ji ber krîza aborî vikûvala ye. Dikandarên sûkê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî welatî nikarin dan û standinê bikin û ji ber vê yeke ew jî nikarin debara xwe bikin û hatine wê astê ku dê dikanên xwe bigirin.    * Arîfa Fatîmayê diyar kir ku li Afganîstanê hewl tê dayîn ku nasnameya jinê bê tunekirin û got: "Berxwedana jinên kurd a gerdûnî, rêya me hemûyan ronî kir. Ez difikirim ku em ê bi têkoşîneke hevpar destkeftiyên xwe ji nû ve bi dest bixin."   * Girtiya 30 salî Nedîme Yaklav ku berdana wê 5 caran ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin, lijneyan wekî "pençşêra burokratşk a saziya edaletê" pênase kir û got: "Gava tu kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î. Peyam pir eşkere ye; xwe înkar bike, tune bike."    * Karkera çandiniyê Medîne Akyuz a 18 salî ku ji bo perwerdehiya xwe bidomîne û alîkariya malbata xwe bike dixebite, got: "Xerabûna pergalê, van zehmetiyan li me ferz dike. Lê divê em qebûl nekin."    * Suboxone ku ji bo dermankirina kesên maddeyên hişbir bi kar tînin bi kêr tê û bi reçeteya sor tê firotin, kêm tê peydakirin. N.P. diyar kir ku pêvajoya dermakirinê ya birayê wî didome got ku "Birayê min an wê derman bi kar bîne an jî tiryakê" û xwest derman bê peydakirin.    *Danişîna doza rojnameger Mehmet Guleş ku bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.20)   *Doza parêzer Burhan Arta ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.25)   * Danişîna doza rojnameger Osman Akin û Veysî Sarisozen ku bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê” tên darizandin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.10)   * Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo tehliyekirina girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û hemû girtiyên nexweş, dê li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyê bide. (13:00)   *Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê îro jî bidome. (13.00-17.00)   * Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê dê xebatên xwe li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê eşkere bike. (16.00)  ZINDÎ