Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye! 2024-09-05 09:01:32   ŞIRNEX - OHD’ê li dijî birîna daran a li Herêma Botanê serî li Wezareta Çandinî û Daristanan da. Midûriyeta Daristanan a Rihayê bersiv da serlêdanê û birîna daran red kir. Midûriyetê îdia kir ku “Dar li gorî mewzûatê" tên birîn û hewl da qirkirinê rewa bike.    Li herêmên Cûdî, Besta, Komatê û Elemûnê yên Şirnexê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkerên dewleta tirk qirkirineke mezin a daran tê kirin. Ev qirkirin zêdetirî 3 sal in bênavber didome. Li gorî rapora Komîsyona Hawirdor û Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê ya sala 2021’an; li bajêr heta niha bi dehan qadên daristanê hatine tunekirin û ji sedî 8’ê daristanên herêmê hatine tunekirin. Tê diyarkirin ku bi talana petrolê ya li Gabarê re ev rêjeye hîn zêdetir bûye.    Ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê, heta niha gelek serlêdan hatine kirin û daxwazname hatin şandin lê tu encamek jê nehat girtin. Herî dawî jî li ser navê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Îpek Sarica di 24’ê tîrmehê de têkildarî mijarê daxwaznameyek ji Wezareta Çandinî û Daristanan re şand.    QANÛN BI BÎR XIST   Di daxwaznameyê de hat gotin ku qirkirina daran ên li herêmên behsa xeberê hatiye tespîtkirin û ev qirkirin hêj didome. OHD’ê her wiha bal kişand ser xala 169’emîn a qanûna parastina daristanan û wiha got: “Li gorî qanûnê; dewlet ji bo parastina daristanan û berfirehkirina qadên daristanê divê qanûnan derxîne û tevdîran bigire. Li şûna daristanên dişewitin daristanên nû şîn dike û nabe ku li van deveran çandinî û sewalkarî were kirin. Sexbêrkirina tevahiya daristanan berpirsyartiya dewletê ye. Mulkiyeta daristanên dewletê nabe. Li gorî qanûna daristanên dewletê, dewlet birêve dibe û bi kar tîne. Ev daristan, bi rêya demborînê nabin milk û ji bilî berjewendiyên cemaweriyê bi tu awayî nayên bikaranîn. Ji bo tu fealiyetên zirarê didin daristanan destûr nayê dayin. Tu propagandayên siyasî yên ku dê rê li ber texrîbkirina daristanan vekin nayên kirin; ji bo sûcên daristanan jî tu efûyên giştî û taybet nayên kirin. Sûcên weke şewitandina daristanan an jî birîna wan nakevin ber efûyên giştî û taybet.”    QADÊN DARISTANÊ KÊM DIBIN   Bi domdarî OHD’ê daneyên nûjen ên Midûriyeta Daristanan a Herêmê ya Rihayê li ser malpera wê ya fermî parve kir û got: “Li Şirnex û navçeyê wê qada daristanê ji sedî 36 e. Midûriyeta Giştî ya Daristanan jî di 18.02.2021’ê de li ser hesaba xwe ya fermî ya facebookê got; ‘qada daristanê ya Şirnexê ji sedî 44 e.’ Li gorî du daneyên cuda yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di navbera mehên sibat-îlonê de li Şirnexê ji sedî 8’ê qada daristanê kêm bûye. Her çend daneyên fermî wiha bibêjin jî, li gorî xebatên li qadê tên kirin ev rêjeye hêj zêdetir e. Ji ber birîna daran a her roj tê kirin, qadên daristanê roj bi roj kêmtir dibin.”    'PÊWÎSTÎ BI XEBATEKE ÎDARÎ HEYE’   Di berdewama daxwaznameyê de hat diyarkirin ku veguhestina darên tên birîn a bi kamyonan a li bajarên cuda sûc e û ev tişt hatin gotin: “Berpirsyartiyên Qanûna Daristanan nayê cîbicîkirin. Ji bo birîna daran a li herêmên navborî yên Şirnexê hewcehî bi kirariyên îdarî heye û divê meqamên peywirdar bikin. Di xala 14/B a Qanûna Daristanan a hejmar 6831’ê de veguhestina daran jî weke sûc tê destnîşankirin. Di xala 41’emîn a qanûnê de wiha tê gotin; ‘berhemên daristanê yên bi awayekî hatine firotin, heta bedela wê neyê dayin yan jî nameya temînatê ya bankayê nebe yan jî heta tehwîla wê ya dewletê neyê cîbicîkirin, heta yên divê mohr lê were xistin neyên mohrkirin, heta tezkereya neqliyekirina berhemên daristanê neyê standin, heta fatûre û îrsaliyeya sewqkirinê neyên dayin nayên veguhestin.’ Di xalên 41, 100 û 108’emîn ên Qanûna Daristanan de heta mohr, fatûre û neqliye nebe bi tu awayî berhemên daristanê nayên sewqkirin. Sewqkirina darên li Şirnexê hatine birîn jî ji hêla meqamên xwedî raye ve hatine kirin û pêdivî bi kirariyên îdarî yên li gorî hiqûqê heye.”    MIDÛRIYETÊ QIRKIRINA DARAN ÎNKAR KIR!   Midûriyeta Giştî ya Daristanan a Rihayê bersiva daxwaznameyê da. Midûriyetê îdia kir ku daxwaznameya behsa xeberê bi Serokatiya Cîgirê Midûrê Daristanan a Herêma Rihayê ve û bi tevlibûna midûrê şaxa têkildar, Midûrê Daristanan ê Şirnexê û komîsyona parêzerê Midûriyeta Daristanan a Şirnexê ve hatiye lêkolînkirin. Midûriyetê îdia kir ku li gundê Çemanê yê navçeya Elkê ya Şirnexê tu karûbarê birîna daran nayê kirin, birîna daran a li herêma Komateyê ya Elkê, gundê Elemûnê ya Qilebanê û herêma Çiyayê Gabarê “li gorî Rêzikname û Mewzûatên Qanûnan” tê kirin. Bi domdarî midûriyetê ev îdiaye kir: “Li Şirnexê di navbera dîrokên navberî de di rêjeya daristanan de tu kêmbûnek çênebûye, birîndara daran û sewqkirina wan li gorî hiqûqê, bi destê meqamên îdarî, rayedar û peywirdaran ve tên kirin. Îdiayên komeleya we kirine rast nînin û hatiye tespîtkirin ku daxwaza we ya ji bo sekinandina birîndara daran di cih de nîne.”   MA / Zeynep Durgut