'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’ 2024-09-05 09:05:29   WAN - Makbûle Ozer a 82 salî ku demek berê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehê du caran ji ranzayê ketiye xwarê û wiha got: “Hevalên min ên li qawîşê li min dinihêrtin. Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be.”    Dayika Makbûle Ozer a 82 salî di 9’ê gulana 2022’yan de li navçeya Artemêtan a Wanê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin û di 7’ê îlonê de jî tehliye bû. Piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Dikare di girtîgehê de bimîne”, di 22’yê nîsana 2024’an de dîsa hate girtin. Ozer a ku 254 rojan di girtîgehê de ma, piştî temamkirina cezayê xwe di 31’ê tebaxê de tehliye bû. Bi sedan kes diçin serdana Ozer. Ozer, têkildarî tiştên li girtîgehê dijî axivî û got: “Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be.”    'EZ DU CARAN KETIM XWARÊ Û SERÊ MIN LI ERDÊ KET’    Ozer, got ku ew cara duyemîn bi lez û bez hatiye girtin û birine girtîgehê. Ozer, wiha got: “Ez vê carê 4 mehan di girtîgehê de mam. Ev car ji bo min gelek xerab derbas bû. Li girtîgehê ez du caran ketim xwarê û serê li min erdê ket. Hêj niha jî serê min diêşe. Her wiha gelek caran ji ranzayê ketim û min êş kişandin. Hema hema her roj ji girtîgehê diçûm nexweşxaneyê. Yanî çi aliyekî mirov bikare girtîgehê ragire tune ye. Her saeteka wê derê bedela 100 rojên derve ye. Bi taybet jî gelek girtiyên nexweş û kal hene. Derketina ser wan ranzayan jî gelek zehmet bû. Mirovî gelek zehmetî dikişand. Di cara yekemîn û duyemîn de min heman pirsgirêk jiyan. Ji bo hejmartina serê sibehê li derî dixistin û diketin hundir. Ez ji vê rewşê gelek aciz dibûm, bi zora min diçû û diqehirîm.”    'GIRTÎGEH JI BO KESÊN KAL Û NEXWEŞ CIHEKÎ GUNCAV NÎNE’    Ozer, got hem kal hem jî astengdar bû lewma nedikariya sexbêra xwe bike û wiha pê de çû: “Hevalên li wê derê bi min re eleqedar dibûn. Serê min dişûştin, cilên min dişûştin. Hanîfe Aslan jî wekî min kal bû. Hêj 4 meh cezayê wê mabû. Hanîfe jî gelek nexweş bû û hem ling hem jî pişta wê diêşiya. Çûna destavê, daketina û derketina ji derenceyan bo me gelek zehmet bû. Girtiyan ez dikirim pişta xwe û wisa dibirin xwarê. Anku girtîgeh ji bo kesên kal û nexweş ne cihekî guncav e.”    'NEDIHIŞTIN EZ ÇAYA XWE JÎ VEXWIM’    Di berdewamê de Ozer qala berdana wê ya bêagahî ya di sersibehê de kir û wiha got: “Di hejmartina serê sibehê de ez derxistim derve. Beriya derkevim min xwest çayekê vexwim. Lê min hêj çaya xwe venexwaribû ku ji wir hatim derxistin. Piştre anîn ber deriyê girtîgehê. Li wir hatim sekinandin. Piştre ez xistim erebeyekê û li wir dan sekinandin. Erebeya ji bo wergirtina min hatibû nêzî girtîgehê kirin û ji wê erebeyê derbasî ya din bûm. Xwe piyê min jî li erdê neket. Min dermanên xwe xwest lê ew muhlet jî nedan min û xwestin ji wir dûr bikevim. Em bi rê ketin û li her du aliyên me wesayîtên leşkeran hebûn. Xelkê xwest bi pêş min ve bê lê destûr nedan. Hem ketina min a girtîgehê hem jî derketina min bû pirsgirêk.”    'REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ XERAB E’   Bi domdarî Ozer bi lêv kir ku girtîgeh bi girtiyên nexweş tije ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema wan girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê, mirov nikare hêsirên çavên xwe bigire. Hinek jê rewşa wan ewqas giran e ku mirov dema çav bi wan dikeve gelek aciz dibe. Yanî zindanê di nava zindanê de dijîn. Rewşa girtiyên nexweş gelek xerab e. Deriyên hewşê pir zû digirin. Her wiha kantîn biha ye û gelek tişt jî nînin. Girtiyên ku di demên berê de her tiştek distandin, vê cara ez çûyîm ji ber krîza aboriyê pir kêm tişt dikirîn. Ji ber ku her tişt pir biha ye. Xwarin jî gelek nebaş bûn.”    ‘JI ME DITIRSIN’   Ozer, got ku sedema girtina kesên kal û yên nexweş “tirs e” û axaftina xwe wiha qedand: “Yanî divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be. Ma çima ewqas ji me ditirsin. Heke ne ji tirsê bûya ev tişt nedikirin. Heke ne tirsîbûna ez bi lez û bez û bêserûber nedidanîn ber deriyê girtîgehê.”