Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î 2024-09-05 09:35:56   ENQERE - Girtiya 30 salî Nedîme Yaklav ku berdana wê 5 caran ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin, lijneyan wekî "pençşêra burokratîk a saziya edaletê" pênase kir û got: "Gava tu kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î. Peyam pir eşkere ye; xwe înkar bike, tune bike."    Girtiya bi navê Nedîme Yaklav ku 30 sal in girtiye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, bi hinceta "rewşa nebaş" nayê berdan. Yaklav a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, di sala 1994'an de hat binçavkirin û bi îdîaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletç" cezayê muebedê lê hat birîn. Her çend Yaklav di 1'ê Nîsana 2023'yan de cezayê xwe temam kiribe jî, lê nayê berdan. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê 2 caran 3 meh, 2 caran 6 meh û di 22’yê Tebaxê de jî 9 mehan berdana Yaklavê taloq kir. Sedema dirêjkirina serbestberdana Yaklavê jî wekî "rewşa nebaş" hat nîşandan.    ‘PEYAM EŞKERE YE: XWE ÎNKAR BIKE, TUNE BIHESIBÎNE'   Yaklav bi rêya parêzerên xwe pirsên me yên der barê astengkirina berdana xwe de bersivand. Yaklavê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê wekî "pençşêra burokratîk a saziya edaletê" bi nav kir. Yaklavê anî ziman ku lijne di bin navê "başkirinê" de poşmaniyê li girtiyan ferz dikin û got: "Hûn poşman in ne pirseke asayî ye. Yê ku bi vê pirsê re rû bi rû bimîne dizane ku bi înkarkirina tevahiya jiyana ku heta niha jiyaye re rû bi rû ye. Yên ku dipirsin 'Tu poşman î?' qîma xw ebi vê naynin. Wê piştî vê pirsa 'Hûn ê paşê çi bikin?' bê. Peyam pir zelal e; xwe înkar bike, xwe tune bike û bi tiştekî nehesibîne."   Yaklavê da xuyakirin ku li gorî qanûnê divê piştî 30 salan girtî bên berdan û got: "Serokê lijneyê ku me bi wî re ev rewş nîqaş kir, yanî midûrê yekem ê girtîgehê got, 'Ez dizanim ez çi dikim. Fermana hatiye dayîn xala 89'emîn a qanûna hejmar 5275'an e. Ez vê li ser we pêk tînim.' Yanî cureya înfazê ya ez tabiî wê me, ji bo min nayê pêkanîn."   Yaklavê diyar kir ku ew li dijî biryarên lijneyê rabûne û dixwazin qanûna înfazê bê bicihanîn û got ku hemû serlêdanên wê hatine redkirin.    'GAVA TU KURD BÎ Û POLÎTÎK BÎ TU NEBAŞ Î'   Yaklavê got: "Ji bo girtiyên siyasî 'rewşa baş' nîn e.  Tu firar bikî ji, bi sedan cezayên te yên dîsîplînê hebin ji, te tu tiştek nekiribe jî, ferq nake. Gav tu kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î."    Yaklavê destnîşan kir Midûreya yekemîn a girtîgehê, gotiye 'ger min bêhiqûqîtî bikira wê saziyên din biryarên xwe li teref we bidana' û got ku qanûneke ne li gor wan tê sepandin. Yaklavê wiha got: "Heke hûn Kurd bin, bi taybetî jî ger hûn girtiyê siyasî bin, dengê we ji aliyê kesî ve nayê bihîstin. Yên ku dengê we dibihîzin, ango ji aliyê we ve, kesên wekî we ne. Ya herî girîng jî ez dibêm ew e ku em nebêjin 'pergal ev e, tu tişt ji dest nayê, em çi bikin jî bêhûde ye' û em bitêkoşin."   MA / Hîvda Çelebî