Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin 2024-09-05 10:11:30   RIHA - Suboxone ku ji bo dermankirina kesên maddeyên hişbir bi kar tînin bi kêr tê û bi reçeteya sor tê firotin, kêm tê peydakirin. B.P. diyar kir ku pêvajoya dermakirinê ya birayê wî didome got ku "Birayê min an wê derman bi kar bîne an jî tiryakê" û xwest derman bê peydakirin.    Dermana bi navê Suboxone ku ji bo dermankirina pêgirtiyên tiryakê tê bikaranîn û bi reçeteya sor tê firtotin, ji 2'yê Tebaxê vir ve di derpoyên dermanan de nemaye. Dermana ku muadîlê wê nîn e, li Tirkiyeyê tenê ji aliyê Şîrketa Anonîm a Kaboratûarên Lîbayê de tê îthal kirin. Nexweşên ku nikarin vê dermanê peyda bikin, ji mecbûrî ji qerevorseyê peyda dikin. Yek ji kesên ku dermanê nikare peyda bike û wisa biçe wê cardin dest bi tiryakê bike jî N.P. (30) ye. N.P ku nêzî 13 sal in pêgirtiyê tiryakê ye, nêzî 2 sal in Li Navenda Dermankirin û Perwerdehiyê ya Alkol û Tiryakê (AMATEM) bi awayekî rêkûpêk tê dermankirin. Lê piştî derman qediya N.P. nêzî 2 meh berê tevî birayê xwe B.P. serî li AMATEM a Rihayê da û bersiva "derman tune ye" stend.    'AN WÊ DERMAN BI KAR BÎNE AN JÎ TIRYAKÊ'   Birayê N.P, B.P.anî ziman ku piştî lêkolînekê dermanê li Meletiyê depoyeke dermanxanfiroşan dîtine û ji bo reçeteya sor bê nivîsandin serî li AMATEM'ê dane, lê belê bijîşkan gotiye "di xwînê de rastî tu madeyê nehatiye, lewma em nikarin dermanê binivîsin." B.P. da zanîn ku sedema ku di xwîna birayê wî de tiryak nehatiye dîtin ew e ku di pêvajoya dermankirinê de qet tiryak nehatiye bikaranîn û got: "Birayê min 13 salan tiryakê bi kar anî. 2 sal in tê dermankirin, em piştgiriyeke mezin didin wî. Em alîkariya wî dikin. Me gelek caran ew li AMATEM'ê da razandin, lê piştî tabûrcî dibû ji ber ku derman nedihat peydakirin dîsa berê xwe dida tiryakê. Birayê min an wê derman bi kar bîne an jî tiryakê. Bijîşk bi awayekî neyekser dibêje 'bila tiryakê bi kar bîne ku di xwîna wî de bê dîtin da ez karibim derman binivîsim.' Li ber destê wan pir kêm derman maye. Wan jî ji bo nexweşên tên razandin veqetandine. Me xwest bê razandin, lê ji me re gotin 'cihê me tune ye.' Tu mûadîlê vê dermanê tune ye.. Gava birayê min Suboxoneyê bi akr tîne, laşê wî bertekeke erênî dide. Xwe baş hîs dike. Gava dermanekî din bi kar tîne bandoreke nebaş lê dike."    B.P. xwest ku ji bo peydakirina dermanê demildest divê çareyek bê dîtin û got: "Cihê fikaran e ku tenê ruxset bi fîrmayeê re ye. Ger mesele jiyana ciwanan be divê çare bên dîtin. Gava em derman peyda nakin ji bêgavî em serî li rêyine din didin. Em diçin dermanê ji qereborsazoyê ji torbeciyan peyda dikin."    MA / Emrûllah Acar