Rojnamevan Guleş beraet kir 2024-09-05 11:03:37   AMED - Rojnamevan Mehmet Guleş ê bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” dihate darizandin di danişîna ewil a dozê de beraet kir.    Derbarê rojnamevan Mehmet Guleş de bi hinceta parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê kiriye” doz hate vekirin. Danişîna ewil a Guleş jê tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Rojnamevan Guleş û parêzer Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir de Guleş parastin kir. Guleş, bal kişand ku hemû parvekirinên wî nûçeyên ku di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de ku lê dixebite hatine weşandinin. Guleş, diyar kir ku parvekirinên wî ne sûc in.   Parêzer Resûl Temûr ê pişt re axivî, bal kişand ku parvekirinên Guleş kirine di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de ne. Temûr, anî ziman ku muwekîlê wî ji ber nûçeyên ku çêkirine parvekirine tê darizandin û da zanîn ku ajansa ku Guleş lê dixebite bi awayekî qanûnî xebatên xwe didomîne. Temûr, bi lêv kir ku parvekirinên ji ber belavkirina nûçeyan ne sûc in û anî ziman ku parvekirin ne parvekirinên ku tundiyê di nava xwe de dihewîne ne. Temûr, diyar kir ku parvekirinên muwekîlê wî Guleş nikare bibe mijara sûcdarkirinê û xwest ku derbarê muwekîlê wî de biryara beraetê bê dayîn.    BERAET KIR   Dozgerê ku pişt re mutalaya xwe aşkere kir, xwest Guleş bê cezakirin. Guleş ê piştî mutalayê dîsa parastin kir, bi gotina “Rojnamevanî ne sûc e” daxwaza beraetê kir. Temûr jî diyar kir ku daxwaza dozger ne daxwazeke li gorî esasê ye û xwest ku muwekîlê wî beraet bike.    Şandeya dadgehê ya piştî navberê biryara xwe aşkere kir, biryara beraeta Guleş da.