Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin 2024-09-05 11:04:31   AMED - Ji 21’ê tebaxê heta niha tu agahî ji zaroka 8 salî Narîn Guran nayên girtin. Guran herî dawî saet di 18.47’ê de bi hevala xwe re hate dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derketiye. Niha jî li ser wan 12 deqeyên winda lêkolîn tê kirin.    Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çuliyê yê Rezan a Amedê winda bû û 16 roj in tu agahî jê nayên girtin. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê windabûna Narînê de mamê wê Salîm Guran di 2’yê îlonê de bi sedemên “Kuştina biqesdî” û “Bêparhiştina mirov a ji azadiya xwe” hate girtin.    Xebatên lêgerînê duh li goristana gund bi cîhazên binerdê dibîne hatin domandin.    DI 12 DEQEYAN DE ÇI QEWIMÎ?   Li hêla din ji bo xebatên lêgerînê yên Narînê ji Enqereyê komeke profesyonel anîn gund. Di girteka koma hatiye Amedê û Tîmên Lêkolînkirina Sûc a Cendirmeyan (JASAT) de hat diyarkirin ku lêkolîn li ser 12 deqeyên winda tê kirin. Narîn herî dawî saet di 18.47’ê de li gel hevalên xwe tê dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derdikeve. Di navberê de 12 deqe hene û ew kêlî tê lêkolînkirin.    Di dîmenên kamerayê de tê gotin ku mamê wê saet di 18.59’ê de ji herêma mala Narînê lê ye derdikeve û li ber dibistanê re derbas dibe. Malbat û xizmên wê jî di îfadeyên xwe de dibêjin ku di navbera saet 15.15’ê û 19.30’ê de Narîn nedîtine.    Di dîmenên cendirme li ser lêkolînê dikin de hat tespîtkirin ku Narîn saet di 18.47’ê de bi hevala xwe ya 9 salî re hevdîtinê dike.