DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne 2024-09-05 11:20:32 NAVENDA NÛÇEYAN - DBP’ê têkildarî Taner Şîrp ê navê wî di skandala mela ya li Wanê de derbas bû daxuyaniyek weşand û got: “Şexsiyetên bi vî rengî nikarin li rêxistinên me bi cih bibin." Di 28’ê tebaxê de têkildarî bûyera ku binefser G.K. ya li Fermandariya Cendermeyan a li navçeya Westan a Wanê dixebite, melayê ku pê re bû Î.S. daye derbkirin lêpirsîn hatibû destpêkirin û Taner Şîrp ê di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hatibû binçavkirin gotibû ku “endamê DBP’ê” ye. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê têkildarî vê yekê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. DBP’ê wiha got: “Tu têkiliya Taner Şîrp û kesayetên mîna wî, nikare bi hawîrdorên me yên sazî û rêxistinî re hebin. Kesayetên bi vî rengî nikarin li saziyên me bi cih bibin.”   ‘BIRYARA DÛRXISTINA WÎ HATIBÛ WERGIRTIN’    Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku Taner Şîrp beriya 6 salan piştî ji girtîgehê derket ji bo ku di DBP’ê de bixebite serlêdan kiriye û wiha hate gotin: “Di encama lêkolîn, lêpirsîn û nirxandinên der heqê wî de di demeke kurt de hat kirin, hat destnîşankirin ku têkiliyên manewî û madî yên vî kesî bi pirsgirêk û qirêj in, biryar hatiye dayîn ku wî ji nava xebatên partiya me dûrxistin û agahiyên pêwîst pêşkêşî hemû saziyên pêwendîdar ên li Wanê, hatin kirin.”   ‘NIKARE LI NAV RÊXISTINÊN ME BI CIH BIBE’    Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Weke DBP em xwedî li nirxên civakê yên exlaqî û polîtîk derdikevin û ji bo avakirina jiyana civakî têkoşînekê dimeşînin. Tu têkiliya Taner Şîrp û kesayetên mîna wî, nikare bi hawîrdorên me yên sazî û rêxistinî re hebin. Kesayetên bi vî rengî nikarin li saziyên me bi cih bibin.”