Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin 2024-09-05 11:31:57 AMED - Danişîna doza parêzer Burhan Arta hat lidarxistin ku ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin. Di dozê de dozger xwest cezayê hefsê li Arta were birîn.  Li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku îdiaya “Bi fermana rêxistinê li dosyayên kesên dihatin binçavkirin û girtin dinihêrt” dikir, derheqê parêzer Burhan Arta de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a Arta li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Arta beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wî Riza Polat û Mehdî Ozdemîr amade bûn.    Îtîrafkar Akbiyik di îfadeya xwe de gotibû ku Arta “li ser fermana rêxistinê li dosyaya Huseyîn Barût nihêrtibû.” Di danişînê de li Barbût û dayika wî Mulkiye Barbût weke şahid hate guhdarîkirin. Mulkiye Barbût ji bo pirsa serokê dadgehê ya “Dema Huseyîn birin şaxê, parêzerekê bi navê Burhan pê re eleqeder bû yan na?” ev bersiv da: “Min ne bihîstiye ku pê re eleqeder bûye. Men nedîtiye û nas jî nakim. Min Burhan Arta qet nas nekir. Ez tenê dikarim vê bibêjim.”    Huseyîn Barbût jî got ku parêzer Arta nas nake û parêzerê wî cuda bû.    DOZGER XWEST CEZA WERE DAYIN   Piştî guhdarîkirina bersûcan, dozger mutalaaya xwe da dadgehê. Di mutalaayê de dozgerî Arta bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tawanbar kir û xwest cezayê hefsê lê were birîn.    Parêzerên Arta jî ji bo parastina xwe ya li hemberî mutalaayê dem xwestin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û doz taloqî 5’ê kanûnê kir.