Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn 2024-09-05 12:31:53   STENBOL - Di serlêdana ji bo girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday li AYM'ê û Wezareta Edaletê hatiye kirin de hat xwestin ku metirsiya Kûday a jiyana xwe ji dest bide heye û înfaza wî were taloqkirin.    Parêzerê girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Wezareta Edaletê da. Parêzer di serlêdana çarçoveya “Efûya Serokkomariyê” hatiye kirin de bal kişand ser giştînameya “Ji ber nexweşî, astengî û pîrbûnê sivikkirina an jî rakirina cezayên hin kesên diyarkirî”û hat xwestin ku cezayê Kûday were sivikkirin an jî rakirin.    RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’   Di serlêdanê de hat diyarkirin ku dermankirina Kûday bi derengî tê kirin, sewqên wî yên nexweşxaneyê bi rêk û pêk nayên kirin. Parêzer di serlêdanê de bal kişand ser rapora lijneya tenduristiyê ya 1’ê kanûna 2021’an a Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû û wiha got: “Nexweşiya wî ya motor noronê heye, ev nexweşî pêş dikeve, nikare di girtîgeheke bijîşkekî wê heye de were ragirtin, nikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne, di çarçoveya 3/B a madeya 105/A ya Qanûna Hejmar 5275’an hêj jî girtiyê nexweş ê giran e û rewşa wî ya astengdariyê heye, tim astengdar e û divê înfaza wî 6 mehan were taloqkirin.”    Di serlêdanê de rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) a 24’ê kanûna 2021’an jî cih girt. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Divê sewqa muwekîlê min a nexweşxaneyeke tam teşekûl a perwerdeyê were kirin an jî sewqa wî ya klînîka norolojiyê ya nexweşxaneya zanîngehê were kirin. Tenê dikare di şert û mercên girtîgeha Tîpa R de were ragirtin û 3 meh piştî girtinê divê rewşa wî careke din berçav were derbaskirin.”    ‘METIRSIYA WÎ YA MIRINÊ HEYE’   Di serlêdanê de parêzer bal kişand ser rapora Nexweşxaneya Bajar a Başakşehîrê ya Çam û Sakûra ya 16’ê çileya 2023’yan a “Rewşê Vedibêje ya Lijneya Tenduristiyê” û hat gotin ku Kûday nikare pêdiviyên xwe yên rojane çareser bike, di nexweşiya wî de dê başbûn çênebe, tenê dikare bi alîkariya du kesan bi rê ve biçe, ji ber pirsgirêka daqurtandinê heye Kûday pêdivî bi mamayê dibîne. Di serlêdanê de ev hişyarî hate kirin: “Dema ku rewşa wî ber bi nebaşiyê ve çû, ji nû ve ji bo înfaza wî were taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê hate kirin, bi ser serlêdanê sewqa wî ya ATK’ê  hatiye kirin, ATK’ê di rapora xwe ya di 22’yê tîrmehê de gotiye ku “Kûday nikare di girtîgehê de bîmîne”. Lê belê berdana wî nehatiye pêkanîn. Yê ku serlêdana wî hatiye kirin ji ber di 22’yê tîrmehê de nekariye bêhnê bistîne sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, rewşa wî giran e û niha metirsiya wî ya mirinê heye.”    DAXWAZ: ÎNFAZA WÎ RAKIN   Di berdewama serlêdanê de ev tişt hatin gotin: “Serlêdêr ketiye 40 kîloyan, nikare biaxive. Bijîşk anîne ziman ku rewşa serlêdêr giran e, dema wî li nexweşxaneyê razandin dê were entubekirin û dê wî têxin servîsa lênêrîna awarte. Bêyî sedye nikare tevbigere, tevî rapora ATK’ê ya 'nikare di girtîgehê de bimîne' di Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê de li gel girtî Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne re tê ragirtin. Ji ber metirsiya mafê jiyanê ya serlêdêr heye, pêdivî bi serlêdana berdanê an jî taloqkirina înfazê pêwîst bûye. Talûkeya jiyanî ya serlêdêr heye, mafê wî yê jiyanê û qedexeya îşkence û mûamileya xirab hatiye binpêkirin.”    Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin: “Serlêdêr Abdûlkadîr Kûday ê Li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin û teşhîsa nexweşxiya ALS’ê lê hatiye kirin, jiyana wî di bin metirsiyê de ye, ji ber rewşa serlêdêr a nexweşî û astengdariya domdar e, dixwaze înfaza wî were rakirin an jî sivikkirin. Bi vê serlêdanê lezgînî ji wezaretê tê xwestin ku dosye were çêkirin û demildest ji Wezareta Edaletê re şandina wê dixwazim.”