Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir 2024-09-05 12:54:58   RIHA - Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûn û ji Wêranşarê diçû Ordûyê qeza kir. Di encama qezayê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.    Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo komkirina findikê ji Wêranşara Rihayê diçûn Ordûyê, li navçeya Nîksar a Tokatê qeza kir. Di qezayê de zaroka bi navê Eylem Debek a 5 salî, jiyana xwe ji dest da û 25 karker birîndar bûn. Kesên birîndar birin nexweşxaneyên derdorê.    Hat îdîakirin ku qeza di encama windakirina ajokarê mînîbusê ya kontrola dîreksiyonê de rû daye.