‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’ 2024-09-05 13:57:52   AMED - Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç ê xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê, diyar kir ku ji bo dizayna muzeyê divê rayedar bi kesên ew serdem jiyane re hevkariyê bikin.    Koma Hewldana Muzeya Bîrê ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) li ber deriyê Zindana Amedê ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan bi îşkenceyan hate nasîn û yek ji “20 girtîgehên herî xerab ên bi nav û deng” e daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û kesên di wê serdemê de li girtîgehê de mane tev li bûn.     Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç daxuyanî bi kurdî, endamê hewldanê Halûk Yildizhan jî daxuyanî bi tirkî xwend.Karakoç bi bîr xist ku li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona darbekar di 12’ê Îlona 1980’an da, bi destdanîna ser "rêveberîya sivîl”, derbeya leşkerî kir û wiha got: “Di encama vê derbeya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndaneke bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin. Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin û hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.”   'DIXWAZIN MUXATAB BÊN DÎTIN'    Karakoç, diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê veguheriyane qadên tetbîqkirinên taybet, her yek bûye navendeke îşkenceyê û ev tişt got: “Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendeke hesan a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistaneke asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwareke taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi tundiyê xurt dibû. Ew der Zîndana Amedê ya Hejmara 5’an bû. Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatiye dîtin ku ev zîndan yek ji 'Deh zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dinyayê' ye; bi cerbandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e. Vê zîndana Hejmara 5’an ku di jiyana bi hezaran însanan de şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20’ê Cotmeha 2022’yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyaniyekê jî hat gotin ku ‘dê zindan bibe muze.’”   Karakoç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek şahid û mexdûrên serdema vê hovîtîya ku li Hejmara 5’an, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.   Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dinyayê: Malaterorê ya Macarîstanê,  Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, Zîndana Hejmara 5’an jî bi awayekî minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bê girtin.”   DAXWAZÊN WAN    Karakoç daxwazên xwe wiha rêz kirin: 1- Bila avahiya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe minasibê rewşa salên 80-84an. 2- Nivîs û wêneyên li ser dîwarên zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin. 3- Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn. 4- Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Çand û Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.”   Karakoç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê munasebetê em careke din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û hiqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan re bang dikin ku ji bo Zîndana Hejmara 5’an bibe Navenda Bîrê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.  Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me re, ji hemû kesayet û sazîyan re spas dikin.”