OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir 2024-09-05 14:46:50 STENBOL - Şaxa ÔHD’a Stenbolê diyar kir ku xetere li ser jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday heye û banga berdanê kir.  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û tevî rapora ATK’ê ya “Nikare bi tena serê xwe bijî” jî nayê berdan, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo girtiyên nexweş azadî” hate hilgirtin û gelek hiqûqnas tev li bûn.    ParêzeraKuday û Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal diyar kir ku muwekîlê wê bi nexweşiya masûlkeyan a rê li ber mirinê vedike ketiye û teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin. Onal, wiha dom kir: “ALS, weke nexweşiya motor noronê tê zanîn û rê li ber mirinê vedike. Lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû ya Tekîrdagê gotibû; “Nexweşeke giran û astengdar lewma divê înfaza wî ji bo 6 mehan bê taloqkirin.’ Lê demek piştre raporeke din a ‘Divê sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin’ nivîsand. Di rapora ATK’ê ya di 24’ê kanûna 2021’ê de jî hat gotin ku Kuday dikare di mercên Girtîgeha Tîpa R’yê de bijî. Li ser vê yekê şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê.”    ‘BI ALÎKARIYA 2 KESAN DIKARE BIMEŞE’   Onal, da zanîn ku di nexweşiya Kuday de tu pêşketin nîne û wiha pê de çû: “Ji bo taloqkirina înfaza wî me di 28’ê mijdara 2022’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bakirkoyê da. Serlêdana me hat redkirin. Di Rapora Lijneya Tenduristiyê ya Rewşê Radigihîne ya 16’ê çileya 2023’yan de hat gotin ku ‘ji bo karûbarên rojane bi temamî hewcedarê alîkariyê ye, di nexweşiya wî de çi başbûn çênabin, serlêdêr bi alîkariya du kesan dikare bimeşe, nikare baş daqurtîn û pêdiviya wî bi mamayê heye, lewma divê cezayê wî were taloqkirin.’ Lê dîsa jî nehat berdan. Tevî van jî ATK’ê di rapora xwe de got ku dikare li girtîgeha tîpa R’yê bimîne. Ji ber ku Kuday yek ji girtiyên cezayê muebbeta girankirî ye, serlêdan hate redkirin.”    LI NEXWEŞXANEYÊ MUAMELEYA XERAB   Onal, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 22’yê tebaxê de Kuday birine Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakura ya Başakşehîrê û ev tişt anî ziman: “Li nexweşxaneyê muameleyeke dermirovî li Kuday kirin. Destûr nehat dayin kesek li cemî wî bimîne. Nikare bi tena serê xwe biçe destavê. Dema alîkarî ji peywirdarên nexweşxaneyê xwestî jî kesekî alîkar nebû. Her wiha av û xwarin nedan Kuday. Kuday jî got ku mimkin nîne di nava van şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê de bimîne xwest vegere girtîgehê. Li ser vê yekê şandin girtîgehê.”    KET BIN 40 KÎLOYÊ: HESTIYÊN WÎ XUYA DIKIN    Bi domdarî Onal got ku di rewşa heyî de tenduristiya Kudayn di rewşeke krîtîk de ye û ev agahî da: “Êdî daket bin 40 kîloyan û hestiyên wî xuya dikin. Êdî nema dikare ser kursiyê jî rûne. Bi kursiya biteker tê hevdîtinên parêzeran, gelek kîlo daye. Got ku hestiyên wî diçin pişta wî de lewma pişta wî tehrîş bûye, laşê wî reş û şîn bûye, nikare hereket bike, nikare baş bêhnê bistîne û di xwarinê de gelek zehmetiyan dikişîne. Di heman demê de saturasyona Kuda daketiye 63-64’ê.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Onal, axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Di serî de Kuday, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Xetereyeke mezin li ser Kuday heye û mafên wî yên jiyanê û qedexeya îşkenceyê tên binpêkirin. Ji bo Kuday li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û li cem malbata xwe be, divê tavilê were brdan. Em bang dikin ku Serdzgeriya Komarê ya Bakirkoyê, Wezareta Dadê û hemû rayedar di vê mijarê de gavan biavêjin.”